Balyozê Tirkiyê bersiva Şahnaz Îbrahîm Ehmed da
Balyoza Tirkiyê yê li Bexdayê Anil Bora Înan, diyar kir ku sûcdarkirin û îdîayên Şahnaz Îbrahîm Ehmed (xanima Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd) yên li dijî Tirkiyê rastiyê nîşan nadin û got ku ewê bi Iraqê re ne bi îdîayên bêbingeh lê bi xebatên li ser projeyên konkret têkiliyên xwe kûrtir bikin.
Balyozê Tirkiyê Anil Bora Înan, li ser hin sûcdarkirinên hevsera Reşîd ên li ser Tirkiyê got: “Me jî ev îdiayên bêbingeh dîtin. Îdîayên mijara gotinê teqez rastiyê nîşan nadin. Wek Tirkiye, di serdana dawî ya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a li Iraqê de, me li dijî terorê di her warî de ev îrade piştrast kir. Aliyê Iraqî di meha Adarê de PKK wek ‘rêxistinek qedexe’ îlan kir”.
Înan, diyar kir ku Tirkiye û Iraqê îradeya pêwîst nîşan dane ku têkiliyên xwe bi taybet di têkoşîna li dijî terorê de li ser esasê berjewendiya hevpar ber bi qonaxeke baştir de bimeşînin û got: “Emê têkiliyên xwe bi xebatên li ser projeyên şênber û bi rêya xebatê, kûrtir bikin, ne bi rêya îdiayên bêbingeh”.
Xanima Serokkomarê Iraqê Şahnaz Îbrahîm Ehmed (ku keça Îbrahîm Ehmed û xuşka Hêro Talabanî ye) di parvekirinên xwe yên medyaya Xê ya medya civakî da îdîa kiribû ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê di operasyonên xwe yên li dijî PKK de li herêmê “gund kirine hedef û qadên çandiniyê şewitandine”.
Ehmed îdîa kiribû ku li herêmê piştî operasyonên dawî yên Hêzên Çekdar ên Tirkiyê “dibistan û dêrek jî hatine rûxandin”.