Civak
Balyozê Iraqê yê li Efrîqaya Başûr pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir
Bi minasebeta hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve, Balyozê Iraqê yê li Efrîqaya Başûr Erşed Umer Îsmaîl pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir.
Erşed Umer Îsmaîl di peyama xwe de pîrozbahî li Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Ez ji Xweda daxwaz dikim ku di posta we ya nû de ji bo xizmetkirina gelê Kurd û Iraqê bi hemû pêkhateyan, serkeftinê bide we û di pêşvebirina Herêma Kurdistanê û Iraqê de piştevanê we be.”