CîhanRojev

Balyoza DYA daxwaziya hemahengiyê di hukumeta Kurdistanê de dike

Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir û ragihand, wê ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî axiviye û diyaloga wan a serketî û pêşketinên ku bi rêya Encûmena Wezîran hatine, bilind nirxand.

Romanowski got: “Ez her du aliyan han didim bo xurtkirina hevahengiyê derbarê pêşîniyên hevbeş, çaksaziyên Pêşmerge, karê ji bo mafên mirovan û encamdana hilbijartinan berî dawiya sala 2023an bikin.”

Roja 8ê Gulanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de derbarê hevîditna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî de belav kir, “Di atmosfereke erênî de, pirsgirêkên darayî û îdarî yên li pêşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û her du alî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyalog û hevkariya di navbera hemû komên wezîran ên di nava Encûmena wezîran de, hevnêrîn bûn.

Piştre jî, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê roja 14ê Gulanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û tîma wezîran a YNKê civiyabû.

Back to top button