Civak

Bajar bi bajar hejmara tûşbûyên Bakûrê Kurdistanê

Îro 02.04.2020 Li gor amarên wezareta tendirustiya tirkiye li bajarên tirkiye û Bakûrê Kurdistanê hejmara tûşbû û can ji destdanê roj bi roj zêde dibe. Hejmara dawî ya tûşbûyan 15.679 kesin û hejmara can ji destdanê 277 kesin. Li gor pîsporan her çende gûman li ser rastiya amarên dewleta tirkiye hebe jî, ji ber ku tirkiye di demeke gelek kûrt de rêjeya tûşbûyên Kovid-19 zêde bûye eve nîşana metirsiyê ye.

Hejmara kesên tûşbûyên bajarên Bakûrê Kurdistanê bi giştî 631 tûşbûyên şewba Kovid-19 heye, mixabin amarên kesên can ji destdanê ya bajar bi bajar nehatine belavkirin.

Entap 37
Kilîs 16
Rêhaniyê(Hatay) 22
Riha 33
Mereş 15
Semsûr 26
Meletî 49
Sêwas 67
Erzîncan 17
Dersin 6
Çewlig 8
Muş 11
Xerpût 9
Dîyarbekir 26
Êlih 2
Mêrdîn 34
Şirnex 1
Çolemêrg 2
Wan 26
Bedlîs 22
Sêrt 32
Agirî 29
Erzirum 86
Erdêxan 5
Qers 25
Iğdır 25

Back to top button