Baghaei: Komelkujiya Ermeniyan ji aliyê Osmaniyan hate kirin
Alîkarê serokkomara Îranê Hamîd Baghaeî : Berê sed sal di dema Osmaniyan de li hemberî Ermeniyan komelkujî hate kirin. Lİ gor nûçeya News.am Hamîd Baghaeî axaftina xwe ya li ser salvegara 70. ya dagirkirina Îranê ji aliyê hêzên muttefigê ve got : Ew tiştên ku li ser Ermeniyan hate kirin wexta şerê cihana duyêminê de hate serê Îranê jî .
Bagheî : Berê sed sal di dema Osmaniyan de li hemberî Ermeniyan Koemelkujî hate kirin. Îro dewleta Osmanî nîne. Lê xelkê Ermenî dîsa jî ji Tirkiye dexwaza Tazmînat û lêborînê dikin. Hamîd Bagheî di çarçeweya sala Kulturê Tirkiye û Îranê de li Tirkiye bû û meha Berfanbarê de jî ji bo vekirina pêşengeha li ser mijarê ” Şaristaniya Deh Hazar Salî ya Îran û Mirata Hevbeş ya Du Hazar salî” digel wezira çandi ya Tirkiye Ertugrul Gunayê re bû.