Rayedarekî Pêşmerge derbarê liv û tevgera çekdarên DIŞIê li derdora Mûsilê de agahî da û got, deverên biyabanî yên Mûsilê ji navçeya Bac heta Rumadiyê ji çekdarên DIŞIê re vekirîne û derfeta 400 km liv û tevgera DIŞIê heye.
Babîrî dibêje:Li gor zanyariyên gihîştine me, çekdarên DAIŞê li derdora Mûsilê hene, bi taybet li baskê Mûsilê, ku navçeyên Ask Mûsilê heta Hezar û rojavayê Mûsilê ber bi Talaferê ve digre. Partiya li pişt Mûsilê, îhtîmala hebûna DAIŞê li ser sînor ji ber wê yekê ye ku DAIŞê li wê deverê derketiye û piraniya xelkê erebên sunne ne û DAIŞê li wir xwe vedişêre û li derfetan digere ku êrişî hêzên Iraqî û Heşdî Şeibî bike.
Navçeyeke din a sînorê Mûsilê ji navçeya Baac heta parêzgeha Rumadiyê heye ku hemû çole û li ser sînorê Sûriyê ye. Ez li gel hêzên Iraqî berpirs bûm û min agahî girt ku ew dikarin li çolê bigerin. Derfetên çekdarên DAIŞê hene ku biçin. Li rojavayê Beacê, DAIŞ pir bi hêsanî dikare hereket bike.
Babîrî dibêje: “Navçeya ji Baac heta Rumadiyê nêzîkî 400 kîlometran e û kontrolkirina wê ne hêsan e. Carinan jî artêşa Iraqê rewşa ewlehiyê kontrol nake û ji hêzên Heşdî re dihêle. rewş ji kontrolê derketiye.”
Berdewamiya daxûyaniya xwe de Bapîrî dibêje : ”Hemahengî di navbera me û fermandarê operasyonên Mûsilê de heye li devera ku ez berpirsê bendava Mûsilê li rojavayê Beşîr û nêzîkî Fezliyê me,” Babîrî got, “Lê pirsgirêka me bi hin komên neqanûnî yên Heşdî Şeibî re jî ew e ku, dikarin kiryarên wêranker pêk bînin.”