Polîtîk

Azadîya Kurdistanê li ser giyanê şehîdên Helebçeyê bi dest dikeve

Li ser komkujîya Helebçeyê 27 sal derbas bûn. Hîn jî Helepçe birîndar e, bi sedan kes hîn jî bi birînên çekên kîmyeyî dijîn. Hîn bîhna gazên kîmyayî li ser Helebçeyê belav nebûbû, pêlên enfala reş seranserê Kurdistanê da ber xwe, bi dehan hezar  kurdistanî hatin kuştin, bi hezaran gund hatin wêran kirin.

Li Helepçeyê di nav çend deqîqeyan de zêdeyî 5000 kesan hatin kuştin. Hin li ber derîyê xwe, hin li hewşa xwe, hin li ber dikana xwe ketin û canê xwe dan. Ya herî balkêş piştî du rojan dinya bihîst ku bajarê Helepçeyê tuşî  jenosîdeka bi vî rengî bûye. Ev dîmen rastiya me ya wê rojê dîyar dike. Ev dîmen dilhovî û bêwujdanîya dewletên cîran dide diyar kirin. Hemû dewletên cînar û cihana erebî bêdeng man. Di wan rojên komkujîya Helepçeyê de Konferansa Dewletên Musliman dom dikir. Dewletên musilman guh û çavên xwe girtin. Rusya, Japonya, Çîn, heta Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî bêdeng man.

Başûrê welatê me piştî 26 salên jenosîda Helepçeyê rastî komkujî û êrişeka nuh a dirindane bûye. DAÎŞa ku tu pîvanên wê ya mirovatiyê tuneye, êrişî welatê me kir. Kurdên yêzîdî û herêma Şingalê bû armanca wan a yekem. Bi hezaran jin û keçên kurdên êzîdî dîl girtin, bi sedan mêr, zarok, pîr; kî kes ket ber destê wan kuştin. Hemû endamên etnîsîte û ol û mezhebên li Kurdistanê bûn armanca van êrişan. Başûrê Rojavayê Kurdistanê jî bû qadeka êrişên nuh yên DAÎŞê. Bajarê Kobanî bi mehan di bin ablûqayê de ma. Ji başûr heta rojavayê rûberê 1500 kîlometreyan Kurdistan bûye cepheya şer. Wek Helepçeyê nuha jî hin dewletên cîran, ereb û yên musulman bêdeng in. Ne bi vê tenê; di avakirin û xurtkirina DAÎŞê de rola wan heye, handana êrişa wan a li ser Kurdistanê de rola wan heye.

Wek hemê komkujîyên li Kurdistanê bûne, ne Helepçe, ne jî êrişên DAÎŞê nikarin pêşî li rizgarî û azadîya Kurdistanê bigrin. Ew zarokên ji kuçeyên Helepçeyê ji bombên kîmyayê rizgar bûn, zarokên şehîdên Helepçeyê, bi qehremanî îro parastina axa Kurdistanê dikin, li Kobanîyê piştgiriya xuşk û birayên xwe yê Rojavayê Kurdistanê dikin. Bi yekîtî û bi berxwedanê û bi alîkariya dinya rojava, Kobanî bi bajar û gundên xwe ve ji bin abluqayê rizgar bû. Li başûr kurdistanî bihust bi bihust erda xwe rizgar dikin û diparêzin. Çawa başûrê Kurdistanê li ser kavilên Helepçe, Qeladizê, Seydsadiq Kurdistana federe ava kir, îro Kurdistana başûr û rojava bi xwîna pêşmerge û şervanên xwe sînorên Kurdistaneka serbixwe û azad xêz dikin.

Li Helebçeyê ne kurd lê mirovatî hat qir kirin!

Dîrok wê tu caran li Helebçeyê bêdengîya dewletên cînar û yên ereb ji bîr neke!

”Helebçeyê” ji bîr nakin, ji bo ”Helebçe”yên nû rû nedin!

 

Buroya Çapemenî û Ragihandinê
ya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)

 

Back to top button