Kultur

Azadî

Rêber Hebûn

Bi tirsê em dimînin mîna payîzê

dixapînin buhara xwe di newrozê

di çavên me xwîn û rondik dilorînin

sirûdên me, dimeşiyan di nav tozê

li te ez tim dipirsim lê mîna her car

vedengên min dinalin berve bahozê

pelên xewinan bi peyvên xwe diweşînim

li ber salan dimeşim  ez  li ser dozê

sihên şopên evîndaran dikin fîxan

diparêzin hemû peyman û her sozê

were şad ke bi kenê xwe dilê hêvî

de hew tirsê bi min re bijî dilzîzê

di mêrgên te hemî rewrewk dibin sazî

bi matmayî û dilmestî dikin gazî

evîna har bi te çendîn tijî êş e

perîşan e bi xembarî dilê rizî

welatî tu ji hemî destan û efsanan

cil û bergî ji gul û  darên zer û tazî

berî te azadî xewin e ,niha  dijî

li gel te ey keça çiyan bûye zindî…

Back to top button