Kultur

Axavtina serokwezîr li festîvala navdewletiya filman li Duhokê

Êvariya roja çarşemiyê 09.09.2015ê li bajarê Duhokê, bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, sêyemîn festivala navdewletî ya filman dest bi kar û çalakiyên xwe kir.Di merasima vekirina sêyemîn festivala navdewletî ya filman li bajarê Duhokê de ku hijmareke parlamenter, wezîrê, hunermendên warê filmên sînemayê ji navxwe û derveyî Kurdistanê amade bûn, Nêçîrvanm Barzanî peyvek pêşkeş kir.Ev li jêr teksta peyva serokwezîrê Kurdistanê:Gelî xanim û camêrên rêzdarMêvanên hêjaHûn hemû bixêr bênBixêrhatineke taybet li wan mêvanan yên ku ji gelek welatên cîhanê hatine û beşdariyê di vê festivalê de dikin, dikim. Beşdariya wan di vê bûyera hunerî û rewşenbîrî de, îro bo me li herêma Kurdistanêl gelek mana heye. Beşdariya wan, beriya ku beşdariyeke hunerî be, piştevaniyeke mezin ya manawîye bo xelkê herêma Kurdistanê ku îro li eniya cenga dijî terorê li hemberî hêzên tariyê rawestane, berevaniyê ji bawerî û pirensîpên mirovatiyê û cîhana şaristanî dikin. Hatina wan, bi taybetî bo bajarê Duhokê û devera Badînan, dîsa ji bo xelkê deverê, xelkê Duhokê, Zaxo, Akirê, Amêdiyê û hemû deverên din yên wîlayeta Duhokê ku, pêtir ji salekê ye gelek bi dilgermî, mirovdistane û bi mêvanperwerî pêşwazîya nêzîkî milyonekûheftsedhezar koçber û penaberan kiriye û bê cudahî pêşwazî li koçber û penaberên ji hemû ol, mezheb û neteweyên cuda kirye, piştgiriyeke mezin e.Camêrane deriyên dever, gund û bajarên xwe bo xûşk û birayên xwe yên mesîhî, êzidî û misilman; sune, şîye, kakeyî, saibî, ereb, tikrmen, kildan, aşûrî, siryanî û kurdan li herêma Kurdistanê, li Îraqê û Suriyeyê vekirin.Xelkê vê deverê berî salekê deriyên xwendin û dibistanên xwe bo hewandina koçber û penaberan vekirin û zarokên wan bo demek nekêm ji xwendinê bêpar bûn daku alîkariya wî xelkê belingaz bikin. Ev jî nîşaneke diyar û ber bi cava jiyandostî û mirovdostiya xelkê me ye li Kurdistanê û li devera Badînan e.Her bi vê minasibetê, careke din sipasiya xelêk wîlayeta Duhokê bi taybetî û xelkê Kurdistanê bi giştî dikim ji bo vê camêrî û mirovpereriya wan. Hatina mêvanên me yên biyanî bo bajarê Duhoka ezîz, ji bo xelkê Kurdistanê bi giştî, hem piştgirî ye û ehm jî gelek cîyê dilxweşî û şanaziyê ye. Hûn careke din bixêr bên û hêvîdrim demeke xweş û pir mifa li Kurdistanê derbas bikin, herwesa dema hûn vedigerin welatên xwe, bibine deng û sefîrên Kurdistanê. Gelek bi xêr bên ser çavan.Bi germî bixêrhatina konsulên biyanî yên li herêma Kurdistanê ku îro digel me di vê merasimê de beşdarin, dikim.HêjayanGelê Kurdistanê gelek yê jiyandost û mirovdost e, bi dirêjiya dîroka xwe, digel wê hemû sitem û zordariya lê hatiye kirin, di rojên herî dijwar jî de, çend delîve hebûye, ev sîmayê xwe yê jiyandostiyê û mirovdostiyê parastiye. Tevî hemû nexweşî û derdeseriyan jî, hez û eşiqa xwe ji bo jiyanê û ji bo pirensîp û bingehên jiyana modern û pêşkeftî winda nekiye.Eger gelê me naçar mabe bi destekî çekî hilgire daku xwe bi parêze, berdewam jî bi destê din dahênan û afirandin kiriye û bi berdewamî xebitiye ku ji cîhana pêşkeftî, ji cîhana edebiyat, ji cîhana hunerî, spor û hemû warên din yên jiyana modern paş nekeve. Salên dûr û dirêjên tekoşîna gelê me, li hemû parçeyên Kurdistanê, gelek navên diyar û ber bi çav di van warên hunerî û rewşenbîrî de derketine ku ew cîyê şanaziya gelê me ne li her cîyekî lê bin.Li herêma Kurdistanê ku gelê me di hemû waran de şansekî mezintir ji beşên din yên Kurdistanê bidestvehatiye, bi piştgiriya hikûmeta herêma Kurdistanê di gelek warên hunerî, rewşenbîrî, spor, edebîyat û gelek waran din de, xebitiy û berdewam jî dixebite ku pêşve biçe û bibe xwediyê berhemên di sewîyeya cîhanê de.Sînema ku yek ji hunerên herî bilind û giringe û karîgeriya wê gelek mezine, yek ji wan hunerên cîhana pêşkeftî ye ku, mixabin, ji dîroka derkeftina wê hunerê û heta niha, ji ber rewşa Kurdistanê û dîroka milet û welatê me tê de derbaz bûyî, şansekî zêde ji bo vê hunerê li Kurdistanê çê nebûye. Tevî vê jî, her ji destpêka avabûna hikûmeta herêma Kurdistanê û li gor şiyanên hebûne, hikûmet lêxebitiye giringiyê bi vê hunera mezin bide û piştgiriya karên sînemyaê bike, çi weke çêkirina filmên sînemayê, yan jî sazkkirina çalakiyên sînemyaê yên weke vê festivala îro.Em dizanin di vî warî de li herêma Kurdistanê xebatên ji bona pêşxistina sînemayê hebûne û berdewam jî hene, vêça çi ji aliyê saziyên hikûmetê be , yan jî ji aliyê hunermend û sînemekarên Kurdistanê ve be, lê belê em dizanin jî ku ev xebat weke pêwîst nînin, ne ji ber ku em weke milet û weke hikûmet jî, buha û giringiya vê hunerê nizanin, nexêr, lê ji ber gelek egerên din ku mixabin ji derveyî îradeya me bûn.Eşkereye ku, bi dirêjiya temenê hikûmeta herêma Kurdistanê, berdewam rewşên wisa hatine hole ku çavê me li ewlewîtanên din be. Mixabin bi dirêjiya van salan, berdewam rewş û kawdanên nealîker û ji derveyî îradeya me ketine di rêka me de û mecalê piştgiriya sînemayê li Kurdistanê weke pêwîst çênebûye. Lê belê tevî vê çendê jî, kêm/zêde, li gor îmkanên hebûne, hikûmetê piştgiriya sînemayê û berhemên sînemayî yên Kurdistanê kiriye û lêxebitiye di vî warî de xizmetê bike, li ser vê yekê jî gelek hunermend û sînemakarên Kurdistanê şahid in.Herwesa film û berhemên sînemayê yên hijmareke wan sînemakaran jî ku beşdariya çendîn festîvalên cîhanî kiriye û çendîn xelatên ber bi çav jî bi dest xistine, şahid û belgeyên vê piştgiriya hikûmeta herêma Kurdistanê ne. Helbet, piştgiriya ku hatiye kirin û berhemên ku hatîne çêkirin jî, ne li gor xwestekên me ne û em dizanin ji bona karên baştir û serkeftîtir û ji bo warê sînemayê li herêma Kurdistanê alîkarî û piştgiriyeke mezintir pêwîst e. Nezêdegotine, eger em bêjin sînema hunera herî karîgera cîhanî ye. Tesîra ku sînemayê kiriye û dike, ji tesîra hemû hunerên din zêdetire. rola ku sînema dibîne, ji rola hemû hunerên din mezintire. bi dirêjiya dîroka xwe, tu hunerek qasî sînemayê nebûye tabîra rasteqîneya jiyanê. Tabîra rasteqîneya xem, derd û janên mirovatiyê. Tabîra xewin, xwezî, hêvî û umêdên mirovan. Perdeyên sînemayê rontirîn neynika jiyana miletekî ye.Sînemayê gelek bûyer û serpêhatiyên cîhanê û civaka mirovatiyê, deqûdeq weke xwe veguhastine û dekoment kirine. Zolim, zorî û derdeserî yên gelek miletan tomar kirine û dengê gelek bêdengkiriyan gihandiye cîhanê. Dîrok û serhatiyên gel û welatê me, materyalên herî baş û buhagiranin ji bo hunera sînemayê. Eger weke gelek miletên cîhanê, şansê gelê Kurdistanê jî heba û rewşa alîkar ba, niha bi sedan û bi hezaran serhatî û çîrokên me, da bibin babetên sedan şakarên sînemayê li sertaserî cîhanê.Her ji serhildan û şoreşên kevin yên Kurdistanê bigire, heta digehe operasyonên reş yên enfalan, dastan û qehremaniya pêşmergeyê Kurdistanê, koçberî û mişaxtîbûn, çîrokên evîn û hezkirinê, heta digehe îro û fermana ku hatiye serê kesûkarên me yên êzidî. Çîroka bi êş û jana her xûşkeke me ya êzidî ku hatiye revandin, serpêhatiya Alanê canemerg, eve û bi hezaran çîrokên din jî, pirsên gelek şakarên sînemayê yên mezin in.Çîroka Alan ê sêsalî ku weke firîşteke nivistî li ser perava deryayeke bêrehim raza bû. Dîmenek bû ku tu carî ji bîra me naçe. Dîmenek bû ku di lehzeyekê de hemû ew zolm, sitem û karesatên hatine serê gelê Kurdistanê û mirovatiyê anîne bîra me. Dîmenek bû ku ji me re dibêje, şer tiştekî çend nexweşe û cîhanê û mirovatiyê çend pêwîstî bi aşitiyê heye. Bêguman, bi tenê kamera û çavê sînemayê dikare van hemû tabîra di dîmenekî weke yê Alan ê canemerg nîşa cîhanê bide.Amadebûyên birêzBerdewamiya vê festivalê li Duhokê di rewşa îro ya Kurdistanê de ku gelek pirsgirêk û kirîzên siyasî, êkonomî û darayî hene û şerekî giran bi ser gel û welatê me de hatiye feriz kirin, cîyê dilxweşiyeke mezine. Herwesa, nîşan û belgeyeke diyare ku gelê Kurdistanê, gelek zîndî ye û tevî hemû zehmetiyan jî, destê wî ji pêşkeftinê û ji eşiqa wî ya bo jiyanê bernabin û dê her berdewam be.Hêviya serkeftinê ji bo sêyemîn festivala navdewletîya filman li Duhokê dixwazim, destxweşiyê li we dikim, hêvîdarim ku rewş û kawdan baştir bibin û em jî weke hikûmeta herêma Kurdistanê, çi jî weke sektora taybet, bikaribin baştir û zêdetir giringiyê bi warê sînemayê li herêma Kurdistanê bidin.Ez, bi taybetî, destxweşiyê li rêvebirê rêvebirêya rewşenbîrî li Duhokê kak Eyob û hevalên wî dikim ji bo vê merasimê û herwesa, sipasiya piştgiriya waliyê Duhokê bo piştevaniya dikim û sipasiya wezîrê rewşenbîrî ku piştevan û alîkar bû, dikim.Ji ferstîvala we re serkeftinê dixwazim

Back to top button