Axavtina parlementera Goran ji nirxên exlaqî dûre
Frakisyona PDKê di Parlemantoya Kurdistanê de, li ser gotinên parlamentera Goranê , ku gotibû “jinên Pêşmerge xwe difroşin”, gilî û belgehan pêşkêşî Dozgeriya Giştî dike.Tekesta daxuyaniya Frakisyona PDKê:“Li ser televizyoneke Erebî, Parlamentera Tevgera Goran di Parlamentoya Iraqê de Sirwe Ebdulwahid, dûr ji hemû exlaqên niştimanî, sivkatî bi malbatên serbilind ên şehîdên Kurdistanê kiriye û bi çend hevokên kirêt daxwaz kiriye ku Bexda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ceza bike. Emê amaje bi 3 gotinên wê parlamentera Goran bikin, ku axaftinên wê dûr in ji hemû nirxên exlaqî: 1- Ew dibêje: “Beşek ji wan jinên xwe zilamên wan di nava Pêşmerge de şehîd dibin ji ber feqîrtiyê, xwe difroş in.”Bi rastî gerek bi sedan jinên wek wê parlamenterê ji malbatên şehîdan fêrî exlaqên bilind bibin.2- Dibêje: “Rêveberiya siyasî ya Kurdistanê gundên Ereban xerab kiriye û xelkên wan koçber kirine, lewma jî divê Hikûmeta Iraqê Hikûmeta Kurdistanê ceza bike.”3- Herwiha ew parlamentera Goran dibêje: “Nabe Hikûmeta Iraqê pereyên Pêşmergeyan ji Hikûmeta Kurdistanê re bişîne. Divê Pêşmerge bi xwe herin Bexdayê mûçeyê xwe werbigirin, ji ber ku Hikûmeta Kurdistanê pereyên wan didize.” Emê wek Frakisyona PDKê destpêka hefteya bê gilî û vedyoyên wê bernameya ku parlamentera Goran tê de beşdar bû û ev gotin tê de kirin, pêkêşî Dozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê bikin û em hêvîdar in tedbîrên yasayî li dijî wê bên standin, ji ber ku bêhurmetî li derheqê malbatên şehîdan û Kurdistanê kiriye. Herwiha em daxwaz ji raya giştî ya Kurdistanê û aliyên siyasî û parlamenter û rêxistinên civaka sivîl û dezgehên ragihandinê dikin ku bi erkê xwe yê niştimanî rabin û wan sivkatiyên bi malbatên şehîdan û pîroziyên gelê me, şermezar bikin.”