Wezîrê Navxweya Awusturya ragihand ku sîxûreke tirkiye destgîr kirine ku zanyariyên di derbarê rikeberên tirkiyê û bi taybetî Kurdan de pêşkêşî dezgehên zanyariyên tirkiye yê wekî MIT ê kirine.
Karl Nehammer Wezîrê Navxweya Awusturya da zanîn ku cihê sîxûriya tirkiye le Awusturya nîne, emê tu carî rênedin çalakiyên bi vî awayî bêne kirin.
Her wiha Susanne Raab Wezîra Lihevhatina Awusturya jî da zanîn ku tirkiye bi rêya komele û mizgeftên xwe tirkên li Awusturya xistiye bin desthilata xwe û dixwaze civaka Awusturyayê dabeş bike û perçe bike.