Nivîsar

Astengiyên gera duyema danustandinên li Rojavayê Kurdistanê

Di demên derbasbûyî dest bi gera duyema danustandinên ENKS û Tevdem hate ragihandin ku bi hestiyartirîn gera danustandinan tê zanîn û çavkanî jî dûpatê li wê yekê dikîn ku dosyeyên alozên di navbera her du aliyan heta niha çaresernebûne û zehmete jî di demeke kêm de wan hemû nakokî û cûdahiyan bi dawî bînin û rêkeftina rastîn û giştgîr li navbera her du bereyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê rabigihînin.

Çavkanî dûpat li wê yekê dikin ku danustandina Kurd – Kurd li navçeyên Rojhilatê Firatê bi serpereştiya Nûnerê Amerîka û Fermandeyê Hêzên Sûriye Demokrat Mezlûm Ebdî destpêkiriye û gera duyem berdewamiya heye û heta niha jî kêşe mane û nekarîne nêzîkbûnê li navbera nêrîna her du aliyan de dirust bikin.

Çend çavkaniyeke li nav Tevdem û ENKS eşkere kirin ku astengî û kêşe û nakokiyên zêde li ber danustandinan dirust bûye û zehmete li paşerojeke nêzîk de her du alî bigihin rêkeftinê û kêşeyan yek alî bikin, ji ber ku li vê gera danustandinan dosyeyên giran û hestiyar têne guftûgo kirin.

Mihyedîn Îso çalakvan û nivîskarê Kurd Rojava li vî derbarî de eşkere kiriye, ew kêşeyên li navbera her du aliyan de heye, berhemên nakokiyên rojekê nîne, belku yên demeke dirêjin, heman demê de Partiya Yekîtiya Demokrat “PYD” tu demekê wekî partiyeke Kurd li Sûriye bi navnekiriye. Piştî damezrandina li 2003 ve, belku biryara siyasiya Kurd li Rojava pêkhatiye û ji bo mebestên din xistiye xizmeta aliyên derekî ve.

Her wiha got: Rêkeftin li ser pirsên siyasî û kargêrî û serbazî, pêwîstî bi wê yekê heye li pey siyasî û ideolojiya aliyên derveyê Rojavayê Kurdistanê derbikevin, lê belê ew nikarin dev ji girêdan û ideolojiya xwe yên siyasî bibin. Di demek da pêwîste hemu wekî Kurdên Rojava hizir bikin û li gel birayên xwe li pêkhatên din guftûgo bikin û bigihin bi şêwaz û çarçêweyeke hevbeşa hemû xelkê Rojava, da ku navçeyê li ser birêve bibin û hizra birêvebirin û dariştina siyaset û aboriya navçeyê li ser bingeha xelkê navçeyê bê. Ew çavkanî bin, neku ideolojî û biryara siyasiya welat û grûpên din ku Tevdem dixwaze li ser xelkê navçeyê bisepênê, eger berevajiya berjewendiyên giştî yên xelkê Rojavayê Kurdistanê jî bê, ewan astengî li ser nîne û bi biryarin li ser wê yekê ku bi zorê bîsepênin. Berê çendîn hewlên din dan, ew tu demekê destberdarê wê ideolojiya û girêdayîbûnên xwe yên aliyên derekî nebûn, ji bo wê yekê nikarin li destpêşxeriyên berê serkeftî bin û niha jî li vê gera danustandinan rewş girane û ne hêsane.

Çend çavkaniyek jî li nava ENKS û Tevdem bi “SKY NEWS” ragihandine ku danustandinên wan ji bo gera duyem berdewam heye, bêyî wê yekê ku ti pêşveçûnek hebê, ji ber ku nakokiyên her du aliyan li ser sê dosyeya serekiye ku ya yekem dosyeya siyasî û Merceîyeta Rojavaye ku li gera yekema danustandinan de biryara ewe dabûn, lê belê naveroka dirustkirina wê merceiyetê heta niha kêşeyeke zêde li ser heye û Tevdem dixwaze % 60ê endamên wê merceiyetê ew bi xwe bin û tenê % 40 ji bo ENKS bimînê, bêyî wê yekê hesab ji bo partiyên dinê Kurdî bikin ku li derveyê Tevdem û ENKS ne. Li beranber da ENKS daxwaz dike, beşên her du alî nîv bi nîv bin li nava merceiyetê û beşek jî ji bo partiyên din deynin, lê belê Tevdem dabeşkirina bi vî awayî bi tevahî red dike û eve jî wiha kiriye hîç pêşveçûnek li ser wî warî de nebê û dirustkirina merceiyetê paş bikevê. ji bilî wê li gera yekem de biryara dirustkirinê dan û logoya wê ji bo wê hatibû çêkirin û belavkirin.

Dosyeyeke din ji babeta birêvebirina kargêrî û aboriya navçeyên Rojhilatê Firatê pêkhatiye, li gel ewe da jî kêşeya sîstema xwendin û fêrkirin û samanên xwezayî û çawayiya dabeşkirina dahatan girifteke kûr li ser heye, niha endamên Tevdem dest li ser tevahiya desthilata Rojhilata Firatê girtine, lê belê ENKS dixwaze beşdariyeke rastîn bike li birêvebirina dosyeya kargêrî û aborî û tenahî û rola kêmtir nebê. Ji bo wê yekê daxwaza dûbare dariştin û rêkxistina sîstema kargêrî û aborî û fêrkirinê dike, lê belê Tevdem eve red dike û amadeye sîstemê wekî xwe bihêlê û çend postêk bi ENKS bide.

Sêyem û hestiyartirîn dosye jî meseleya hêzên asayîş û serbazî ye, bi giştî hejmara hêzên Kurd û pêkhatên dinên nava HSD û bi leşkerê Rojava jî digihe nêzîkî 100 hezar serbaz. ENKS daxwaza rêkxistin û pêdaçûneke nû li Asayîşa Rojava û HSD dike, heta bi tevahî dûbare bêne dariştin û nûnerê wan û pêkhatên din jî bi hêjayî bi birêvebirina dosyeya asayîşê beşdar bibin û hêzên Roj jî vegerin, li ser eve jî Tevdem gelek hestiyare û herdem xwe ji wê yekê dide paş û naxwaze hêzên Roj jî vegerin Rojavayê Kurdistanê.

Baz Ehmed

Back to top button