Astenga di rêya referandumê de
YNK û Goran civiyan , di civînê de li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê rawestiyan. Di vê derbarê de cardin bi merc behsa pişgiriya referandumê dikin. Hinek merc danîne ku gelek zehmetiyên wan hene. Goran ji xwe dijê serxwebûna Kurdistanêye, YNK heta vê gavê jî dudile beşek wek Goran difikirin û beşek jî pişgiriyê didin referanduma serxwebûnê.Roj bi roj 25.Îlon nêzik dibe, Kurda biryara xwe daye, dê referandum pêkwerê. Eger hinek hêz ji vê yekêre bibin asteng dê dîrokê de her demî bi rûreşî werin naskirin.YNK û Goran ev biryar standine:- Li ser mijarên çarenivîsa gelê Kurdistanê, divê yekîtiya netewî were dabînkirin.- Piştî ku parlemento were aktîvkirin, divê li Herêma Kurdistanê û deverên nakokî ji bo serxwebûnê giştpirsî were lidarxistin.- Li Parlementoya Iraqê, li Parlementoya Kurdistanê û li encumenên parêzgehan, di navbera YNK û Goranê de dê hevpeymanî were pêkanîn.