Aşitî ji bo Kurda çiye !
1ê Îlonê wek Roja Aşitiyê li cîhanê tê qebûl kirin. Di rastiya xwe de ev yek tenê bûye wek sembolekî û kesek di cîhanê de guh nade naveroka vê rojê. Piranî jî welatên ku şer lê heyîn, civatin ku ji hemû cureyê aşitiyê dûrketîn behsa vê rojê dikin. Behsa aşitiyê dikin. Lê di ruhiyeta wan de aşitî tuneye.
Ji bo Kurda aşitî gelekî tiştekî girîng û xwedî naverokek taybet e. Lê mixabin tu şansê Kurda ku di nava aşitiyê de bijîn tuneye. Heta ku Kurd di welatê xwe de ne serbixwebin û azadî nejîn aşitî ji bo wan ji gotinê wêdetir ne xwedî tu wateyekî ye.
Gelek aliyên siyasî û civakî di vê rojê de daxûyaniya radigihînin û behsa girîngiya aşitiyê dikin. Aşitî gelek hêjaye û gotinek pîroz e. Lê mixabin Kurd di rastiya jiyana xwe de, ji vê yekê dûrin.Niha destkeftiya Kurda ya herî mezin li başûrê Kurdistanê ye. Kurda bi referandumê gavek ber bi serxwebûnê ve avêtin û hewldanek dîrokî kirin ku bi rêyek aşitiyane serxwebûnê destve bînin û welatên xwe de bi azadî bijîn. Lê herkesekî dît ku bûn armanac êrîşên dewletên herêmê û Iraqê û heta beşek ji Kurdan jî bi rêya xiyanetê li tenişta dijminên Kurda û li dijê daxwaza aşitiyê cih girtin.
Li Rojavayê Kurdistanê desthilatdariya ku heyî, di nava xwe bi xwe de li dijê aşitiyê disekine. Ji bilî xwe tu hezek din qebûl nake û rê nade tu bûyerek aşitiyê jî. Lê mixabin ji her kesekî behtir behsa aşitiyê dikin.
Rojhilatê Kurdistanê ji xwe navê aşitiyê , windaye , tuneye û qedexeye.
Li Bakurê Kurdistanê dema behsa aşitiyê tê kirin, şer tê bîra mirov. Divê aliyên siyasî li bakurê Kurdistanê dema behsa Aşitiyê dikin , pêwiste naveroka wê aşitiyê jî zelal bikin. Aşitiyek çewe? Eger mexset ji aşitiyê sekinandina şerê di navbera hêzên dewleta Tirkiye û PKKê de bê , ev nayê wateya aşitiyekî di nava Kurda û Tirkan de.
Li Tirkiye û Kurdistana Bakur aşitî tenê bi destxistina statuyekî ya Kurdistanî de pêk tê. Eger welatekî de normên demokrasiyê neyên cih bi cih kirin dê aşitî çewe pêkwerê? Ne mimkine. Heta ku, Kurd li bakurê Kurdistanê negihin mafên xwe yên rewa ku ew jî mafên netewîne, tu cara ne demokrasî û ne aşitê pêktê.
Ji bo Kurda Aşitî piştî destxistina mafên netewî pêyda dibe.
1.9.2019
Nûçe/Analîz
N.Firat