Asayişa Kurdistanê hêzên operasyona encama operasyonekî de du grubên terorîst şkandin,van gruban plana terorkirina hinek kesayeta û hinek kiryarên teroristî dikiran.
Asayîşa Kurdistanê weneyên kesên hatîn girtin û herweha mikurhatina wan belev kir. Hat gotin ku; Bi piştbestina bi zanyariyên hewalgiriyê yên Operasyona Asayişa Silêmaniyê, belgeyên dirust û piştrastkirî li ser wan her du grûpên teroristî li Herêma Kurdistanê ketin destê wê ku bi riya tora civakî ketine jêr bandora hizrî ya teroristên DAIŞê û bi du arasteyên cuda plan danîbûn ku armancên xwe cibicî bikin.
Asayiş daxûyaniya xwe de dibêje: Piştî çavdêrîkirina tevgera tometbaran, bi razemendiya birêz Dadwerê Lêkolînan, bi biryara Serokê Dezgeha Asayişa Kurdistanê, hêzên operasyonên Dezgeha Asayişa Herêmê çend operasyon û hilmetên serkeftî yên cuda encam dan û hejmarek teroristên DAIŞê desteser kirin ku plana wan hebû piştî cibicîkirina armancên xwe pêwendiyê bi çekdarên DAIŞê re bikin.