PolîtîkRojev

Artêşa Tirk li başûrê Kurdistanê dest oparasyonek nû kir

Wezirê bergiriya Tirkiye Akar da xûyakirin ku, li herêma Metina, Zap û Avaşînê dest operasyonek nû dikin û Navê vê operasyonê “Pençe Kilit“ e.

Wezîrê berevaniya Tirkiye Hulusî Akar şevîdîn li gel berpirsên bilind ên artêşa Tirkiye civînek kir û di civînê de di derbarê operasyona li başûrê Kurdistanê de daxûyaniyek da û got: Di çerçoveya plana ku hatî amadekirin de, hêzên me yên hevayî li devera Metina, Zap û Avaşînê bingehên PKKê bombebaran kirin. Hêzên me yên berî jî deverên ku hatîn kifşkirin topbaran kirin.Hêzên komandoya jî ketin van herêman û operasyonê dikin.Niha operasyona me bi awayê hatî plankirin berdewam dike.

Back to top button