Artêşa Îsraîlê Serokê Îstixbarata Hamasê kujt
Hêzên Paraztina Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan serokê îstîxbarata herêmî ya Hamasê Bassem Îsa li Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Gazayê kujtine.
Li gor nûçeya agenzianova.com, Îsraîl diyar kir ku Îsa yek ji fermandarên payebilind ên baskê leşkerî yê Hamasê, Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam e û di plansazîya êrîşên bi roketan ên li Xezayê de rola wî hebû.
Shin Bet têkçûna xwe qebûl kir
Ji alîyê din, Rêvebirê Ajansa Ewlekarîya Navxweyî ya Îsraîlê (Şîn Bet) Ronen Bar, li serneketina xwe mikur hat û berpirsiyarîya êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmehê girt ser xwe. Di nameyekê de ji bo karmendên Şîn Bet, Bar wiha got: “Tevî ku me çendîn kiryar pêk anîne, mixabin ji bo astengkirina êrîşa roja Şemiyê me nekarî têra xwe hişyarîyê bidin. Wek serokê ajansê berpirsiyarî dikeve ser milê min. Wê dem ji bo lêkolînan hebe. Em niha şer bikin“.