
Çavkaniyekê ji Şingalê ragihand ku, 2 lîwayên Artêşa Iraqê li ser sînorê Iraq û Sûriyê bicîh bûne û nahêlin PKK li Şingalê qaçaxçiyê bike.
Wê çavkaniyê ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî rêkeftina Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê li ser normalkirina rewşa Şingalê, êdî PKK û Heşda Şeibî li wir pir dilgiran in. Her tiştî dikin lê hewlên wan biser nakevin.”
Heman çavkaniyê wiha got: “Xelkê Şingalê ji wan bêzar bûne û dixwazin hêzên yasayî û fermî parastina Şingalê bikin. PKK jî ji vê yekê dilgiran e, ji ber ku riya qaçaxçiyê li ser wan hatiye girtin.”
Berdevkê serkirdatiya operasyonên hevbeş ên Iraqê LîwaTehsîn Xefayiş ji medyayên Iraqê re gotiye, ew herdu lîwayên Iraqê çûne Şingalê di çarçoveya rêkeftina Şingalê de, ku di navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hatiye îmzekirin.”