Artêşa Iraqê dixwaze cardin êrîşê Kurdistanê bike
Arteşa Iraqê daxûyaniyek belav kir û dide xûyakirin ku xwe ji êrîşek nû re li ser Kurdistanê amade dikin. Fermandariya gişti ya Iraqê di daxûyaniya xwe dibêje: Serokwezîr û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî bi hestkirin bi berpirsatiyeke mezin şandeke teknîkî ya serbazî şand bi armanca encamdana çend hevdîtin û civînan li gel berpirsên ewlehiyê yên Hewlêrê, ji bo nerijîna xwînê û parastina welatiyan jî, bo heyama çend rojan mohlet hat dan. Serkirdeyên herêmê û şanda danûstandinkarê êvariya roja Sêşemiyê 31-10-2017 bi temamî ji wê reşnivîsa ku li ser rêkevtin kiribûn, ku tîma federal danûstandin li gel wan kiribû, poşman bûne. Zelal e ku ew yek leyîstina bi demê ye, di hemû danûstandin û rêkevtinan de di demên dawî de vedigerin bo çargoşeya yekem. Ev jî berovajiyê hemû wan tiştan e ku rêkevtin li ser hatiye kirin, ewa ku pêşkêş kirine, bi hemû şêweyekê tê redkirin.