
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl bi daxûyaniyekî; daxwaz ji Îran û Amerîkayê dike ku rêz li serweriya axa Iraqê bigrin û Iraq nekin qada pevçûn û lêdana welatên cîran.
Yehya Resûl di hevpeyvîneke televîzyonî de diyar kir ku hêzên ser bi Artêşa Iraqê ji aliyê zemînê ve bi temamî hatine perwerdekirin û amade ne û ew hewl didin asta hêzên esmanî yên Iraqê di demeke kin de bilindtir bikin.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê di beşeke din a hevdîtinê de destnîşan kir ku ligel hikûmeta Sûriyê di gotûbêjan de ne, da ku rewşa sînoran baştir bikin.
Yehya Resûl herwiha eşkere kir: “Rêkeftina Şingalê ya navbera Hewlêr û Bexdayê jî rê li ber vegera awareyên wan deveran bo cih û warên xwe vedike, beşek ji wan awareyan jî vegeriyane.”