Cîhan

Arteşa Azad şerê rejimê dike

Li gora ajansa Reuters  rejima Suriye plana  nûnêrê YN Kofi Annan qebûl kiriye.

Lê ji aliyek din jî hêzên rejimê bi dijwarî êrîşa dibin ser bajaran û gelek bajaran topbaran dikin. Herweha li gora ku Reuters radigihîne , îro hinek leşkerên rejima Suriye derbasî Libnanê jî bûne û li tixûbê Libnanê Artêşa azad li gel hêzên rejimê şer dike.

Ji aliyekî ve rejima Suriye şerê opozisyonê bi dijwarî dike ji aliyê din ve jî dide ragihandin ku ew plana Kofi Annan qebûl dikin. Ev yek dibe sedemek ku welatên wek Amerîka û Yekitiya Ewropa hêjî li himberê rejima Suriye helwesta pêwist nestandine û ji ber vê yekê jî rê li kuştina hevwelatiyên sivîl nayê girtin.

Back to top button