Artêşa Azad derbasî Qamişlo dibe
Serokê berê yê Encûmena Leşkerî ya Şoreşger li parêzgeha Hesekê Hesen Ebdila ragihand ku çekdarên Artêşa Azad yên li nêzîkî bajarê Qamişlo rastî topbarana artêşa rejîmê tên. ENKSê jî diyar kir ku ew li dijî hatine Artêşa Azad in.
Ji duh sibehê ve, şer di navbera Artêşa Azad û artêşa rejîmî de li nêzîkî bajarê Qamişlo berdewam dike. Bi taybet li nêzîkî navçeya Terteb û balafirgeha Qamişlo ku hêzên rejîmê tê de dimînin şer berdewam dike.
Hesen Ebdila di derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got: “Em ji navçeyê venakêşin heta em navçeya Terteb û balafirgehê kontrol nekin.”
Ebdila eşkere kir ku ew ê piştre derbasî nav bajarê Qamişlo bibin daku bajar ji bin destê hêzên rejîmê azad bikin.
ENKSê m dijî hatine Artêşa Azad e
Li hember de endamê sekreteriya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mistefa Oso ji Rûdawê re ragihand: “Em dijî wê yekê ne ku Artêşa Azad derbasî navçeyên kurda bibe, ji ber rejîm wê ji Şamê ne ji Qamişlo were hilweşandina.”
Oso ku sekreterê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê ye wiha got: “Me bi hezarê caran gotiye ku em li dijî têkdana aramiya li bajarên kurdî ne. Em bi tu awayî nahêlin tiştê ku li Serê Kaniyê çê bû li Qamişlo jî çê bibe.”
Di cotmeha sala 2012an de, çekdarên artêşa azad ji sinorê Tirkiyê derbasî bajarê Serê Kaniyê bibûn û ji ber vê yekê jî bajar rastî topbrana artêşa rejîmê hatibû. Di encamê de gelek kes bûne qurbanî û piraniya xelkê ji bajar derketin.
Mistefa Oso diyar kir ku divê kurd di vê rewşa niha de destê hev bigirin û dijî her êrişekê li ser Qamişlo rawestin.
Oso daxwa ji Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê kir ku nehêle Artêşa Azad derbasî nava Qamişlo bibe. Oso got: “Eger derbas bibin wê encam gelek xirab bin.”
Derbarê pirsa ku ‘Eger Artêşa Azad derbasî nava Qamişlo bibe, kurd wê çi bikin?’ Mistefa Oso got: “Em amade ne li dijî her hêzekî rawestin ku bixwaze îradeya gelê me bişkîne, gelê me beşeke ji şoreşa Sûriyê û em dikarin navçeyên xwe biparêzin.”
Dilxwaz Behlewî/Rudaw