Armanca û xeyala şehîdên me serxwebûn e
Daxûyaniya Tevgera Ciwanên Kurdistanê:
Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re
Me di rêya serxwebûna Kurdistanê de gelek şehîd da. Gelek serok û rêberên me, xwe ji miletê xwe re kirin qurbanî. Lê ji bo me mîraseke mezin a têkoşînê û nesîhetên zêrîn hiştin. Wek ku Pêşewa Qazî Mihemed di wesîyeta xwe de dibêje;
“Li vê cihanê ji bo jîyaneke çend rojî û bêqîmet xwe nefiroşin dijminan. Ji ber ku dijmin dijmin e, bawerî bi dijmin naye.”
Xwedî lê derketina şehîdan, bi peyvên pûç û vala nabe. Ger em dixwazin li şehîdan xwedî derkevin; divê em di rêya wan de bimeşin, ji bo xeyal û armanca wan bibin serî têbikoşin û guh bidin nesîhetên wan.
Xeyal û armanca şehîdên me dîyar e; serxwebûn. Nesîhetên ku li me kirine jî dîyar in. Ji me dixwazin ku em ji bo serxwebûnê têbikoşin, wan li hemberî dijminan fedîkar nekin, xwe
Em soz didin hemû şehîdên Kurdistanê ku emê tim ji bo serxwebûna Kurdistanê têbikoşin, wan li hemberî dijminan fedîkar nekin, tola wan hilînin û xwefiroşan jî tevlî dijminan bavêjin çopa dîrokê.
Wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê em di şexsê Pêşewa Qazî Mihemed de hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin û di şexsê Îranê dagirker de hemû dagirkerên Kurdistanê lenet dikin.
TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ
430