Nivîsar

Armanca serdan HDPê li Kurdistanê !

Heyeta HDPê di serokatiya Sezai Temellî de serdana Kurdistana Başûr kir. Li balefirxaneya Hewlêr ji aliyê parêzerê Hewlêr ve hatin pêşwazîkirin û xaliya sor hatibû danîn. Yanî bi gotinek din protokolek dewletî hatin pêşwazîkirin.

Li gora daxûyaniya berpirsên HDPê li gel serok Barzanî û herweha li gel Serokê Herêma Kurdistanê dicivin. Wek din serdana Silêmaniyê jî dikin. Dê li Silêmaniyê kî bibînin ne zelale.

Nawenda Mekteba Siyasî ya YNKê û hemû partiyên siyasî yên Kurdistana Başûr li Hewlêrin. HDP li Hewlêr jî dikare wan aliyan bibîne. Lê dixweyê serdana Silêmaniyê de pirsek din heye û hevdîtinên din hene. Ji xwe belkî jî armanca herî mezin ya vê serdanê ev hevdîtina nehinî be.

Gelo di vê dema PKK li başûr dijê desthilatiya Kurdistanê di nava tevgereki de ye û PKK bûye tehdîtek li ser destkeftiyên başûrê Kurdistanê ev serdan dê çewe bê nirxandin.
PKKê berê Tirkiye daye başûrê Kurdistanê, şerê xwe û Tirkiye yê bê wate kiriya başûrê Kurdistanê de. PKK deverên wek Şingalê hevkariya Heşda Şeibî û dijitiya PDKê dike.

Siyaseta PKKê li Rojavayê Kurdistanê rê nade hevalbendên PDKê û gelek berpirs û endamên partiyên di nav ENKSê de girtîne û ofisên wan nayên vekirin. Yanî bi tu awayî rê nadin aligirên PDKê li rojavayê Kurdistanê siyasetê bikin û bi azadî bilivin.

Rojane medya PKKê de şerê PDKê û desthilata Kurdistana Başûr tê kirin. Di vê pêvajoyê de, serdana HDPê bivê nevê gelek pirsa tînê holê.

Ji aliyek din her cara PDKê li gel PKKê hevkariyek kirî, peyamek imze kirî yan jî bi cureyek dostanî destê xwe dayî PKKê, PKK xiyanet li PDKê kiriye û tu cara guh nedaye peymana.

Serdana HDPê jî di vê çerçovê de ye. HDP ne bi îrada xwe serdana Kurdistanê dike. Ev cardin leyiztikek ya PKKê ye û dê pêşerojê de cardin ev helwest bê rêxne kirin.

Ji aliyek din ve li bakurê Kurdistanê PKK rewşek xirab de ye. Herweha rewşa AKP jî ne başe. Gelo tu rolek yê Imralî û hukumeta Tirkiye di vê serdanê de heye, yan na? ev jî pirsekê ku li aliyekî disekine.

Gelo dema Sezaî Temellî herê huzura serok Barzanî, dê çewe serê xwe bilind bike û li çavên wî binêre?

Gelo Temellî dema di bin Ala Kurdistanê de rûne dê bi çi hestî bihese?

Gelo di vê serdana HDPê de berjewendiyên xeta netewî çiye?

Berdevkê HDPê armanca vê serdanê ji bo yekitiyek di nava hemû beşên Kurdistanê de dide ragihandin. Nebê cardin PKK senaryoya “Kongreya Netewî“ bêxe rojevê, da ku kemasiyên xwe weşêre?

Bi sedan pirs hene ku mirov ji vê serdanê derêxe holê.

Lê em hêvîyê bin û çavderiyê li encamên vê hevdîtinê bikin.

Dema mirov di hin pirsan de bê çare bimîne, yan jî bi zanibe çi dike û ji kesekî re eşkere nake, mirov dibêje “ Ya xêr çibe xwedê wê bike“

Nûçe/Analîz

Back to top button