CîhanRojev

Armanca mayina Amerika li Iraqê ewe ku rê nedê Îranê!

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Kenneth McKenzie di konferanseke rojnamevanî de dilgiraniya Amerikayê li hember bikaranîna droneyan ji aliyê milîsên Heşdî Şeibî ve ji bo êrîşkirina li ser baregehên wan yên leşkerî li Îraqê anî ziman.

Herwiha tekez kir jî, leşkerên wan li Îraqê amade ne rûbirûyî her êrîşeke çekdarî bibin û berevaniya xwe bikin.

McKenzîe ji bo Îranê got: “Heta niha ev welat lîstikên xwe yên xirap dewam dike û gefa herî mezin a li Rojhilata Navîn e.”

Ev daxuyaniya Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê di demekê de ye, pêr baregeha Eyn Esed rastî êrîşeke 2 droneyan hatibû, lê sîstema berevaniyê ya Iraqê her du drone şikandibûn.

Ji meha Nîsana borî, ji dema êrîşa li ser baregeheke leşkerî ya hêzên Amerîkî ya li Hewlêrê, ev êrîş çaremîn a ji vê cureyê ye. Piştre di Gulana borî de du êrîş li ser baregeha Harîr û Eyn El-Esed hatin kirin.

General Kenneth McKenzie got: “Ev êrîş bi armanca xistina fişarê li ser hêzên Amerîka ye ji bo ji Iraqê derkeve.”

Mackenzie tekez kir: “Hêzên Amerîkî li ser daxwaza hikûmeta Iraqê li Iraqê ne û armanca hebûna Amerîka li herêmê, ji bo rê nede Îranê ku çalakiyên xwe yên xerab berdewam bike.”

Derbarê dosya Sûriyê de jî, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîka got: “Hebûna Amerîka li Sûriyê, ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê ye.” aşkere kir jî, hêzên wan beşdariyê di operasyonên leşkerî de nakin û tenê piştevaniyê didin Hêzên Sûriyeya Demokratîk.”

Back to top button