Nivîsar

Arezû

Jerkî henasên me bi xembariyê ve hatin girêdan,me hewlidabû ku li bayekî bihinxweş bigerin , sibehê ji mêyatiya par a  serhişk re vegerîne , û têkiliyên me bi bîrêkirinê re destpêbûn, hevaltî bin sihwana bîranînê , di navbera para tewanbar re û niha ya bi êş re, çêbû, êşên me raperînê di eniyê çehirên me ên evîndar e  ragihandin, bilbil û qulingan ji penaberiyên bîrêkirinê  rabûn, ta ku hewl bidin , par vegerînin , bi her êş  û awazên xwe , destpêkiribûn bi hewldana vegerandina rehniyê ji zelaliya şevê re.

Li dadgeha par e, niqom dibe , di kûrahiyên me yên germî de , ta ku dinokên hestên me , di talîzoka tunebûnê de, winda nebin, û nekevin poşmaniyê .

 Şemalên hêviyê, bi xemê nameyên wê ya westiyayî ve dileyzin , xemên me yên kevinar , pê bandor nabin , xwastinên me ligel arezûyê , mezin dibin, û bi felekê re, di cîhaneke gerdûnî de dibezin, di şewatên me de, pîzotê dilivîne, xewnên me yên veşartî aşkere dike, bawerkirinên bilindbûnê berve jor ve, berba dike, ta ku siberoja dûr biçespîne.

Di vê tuxûba fereh de, em rêwind dibin, û ferehiyê pîroz dikin, bi belavbûnê mîna bihinxweşiya raziqiyê , di pêşxaneyên cihên me ên jê me koçkiribû, pelên me yên tevlîhevbûyî têdana me pesindan dikin, di hundirê me de nalîn û şopê tengezariyê ranawestin, her dû kûrahiyê de dimînin.

Adar sirûda bîrêkirina bedew e, ma wê çawa me neyne ziman, û ew di me de dijî, çavên me , bi kilê baranê , rengîn dike, û depên xwe di me de nîgar dike, bi bihna şengebiyê xemilî ye.

 Xewinên tenik hewil didin, ku kovanên bihinxweşiyê  bi gulên xwe yên  dirêj û qirik xwar, dergehên ronahiyê vekin.

Êvarê bêdeng, bîriya birînên me yên bêdeng dike, û roniya tariyê jî , reşiyê di hundirê me de, vedimrîne.

 Tevî çiqas êş , ev qendîlên arezûyê,bi şopên zîndanek kevin dikevin, me bi derve girêdidin, dûrî dem û felsefeya cih .

Destên xemgîn ji berîda qurmiçkan berz dibin, di gulxaneya gul de rehjen radibin, mîna xewinên me dipijqin,pey xezalên metirsiyê dikevin, hêsirên heyvê di asîmanên ezmanan de , dûr belav dikin.

Ev  hêsir , di dawiya  ziwabûnê de , gulgulî dibin, ji vedenga henaseberdanê  dertên, di hembêza mişextiyê de ,mîna alek hildayî dimînin, rikberiyê bi tirşiya mirinê re dikin,  kenê şîn , li ser maseyên hevdîtinên qurs de vedibin, tovên xembariya dirûst diçînin, û şitlên gulên terikî belav dikin, dikevin genciya bîra gengaz de , mîna çilpika xunava dev bi ken, temenê me û gûşiyê bi hev re destpêkirin, lê bîrêkirin ji wan dereng mabû, çendîn em li ber zivistanê dikevin, û di zivistanê de em bîriya havînê dikin, û di  payizê de ,toz me jibîr dike, em pencereya odeyê vedikin, ta em ji nû ve xema heyvê pêşwaz bikin.

Gelek caran , em ji  dayîn û ciwankirina jiyanê diwestin, dewsa em piran çêbikin, em xwe di paş piştê bêdengiyê ve vedişêrin, xembar dibin, em dihêlin ku ji xeynî me jî  xemgîn bibe, tiştê min diêşînê birastî , ku ez di hemî şerên evînê serkeftî bûm, û rastî çi sikestinê nehatibûm, ez di hola evînê de , bi rola hişmendekî, dirabûm, lê ew yar, bi rola gelê, ê ronakbîrê xwe bi kevir têwer dike dilîst, lê vê carê ez li hişmendekê digerim , evîna xwe bide min , bi her rebenî, tîbûn  û bedewbûn ,û ezê jê re bibim, gelê ê başiyên wê yara nemir nemirî dike.

Ger ew evîn, hundirê me neguhêrand, û êrîşî me nedikir, sûda xwe li ser me çiye?!, ger di me de cîhanek aram ne afirand, wateya hebûna wê ji bo çi ye?

Ger reweştên me jênebir, ew çi evîna perîşan e, ê ku em bi serê zimanê xwe yê tevizî tînin ziman?

Rêber Hebûn

Back to top button