Hevpeyvîn

Aqilmendan li Kurdistanê çi kir

Nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinar lêkolînek li ser ”Civata Aqilmend” ku ji 63 kesan pêk tê, kiriye û piştre hevpeyvîn digel Ebûqat Mihemed Emîn Ekmen jî kiriye. Fermo ev e li jêrê ye, bixwînin:

Zeynelabidîn Zinar:
Çewa ku tê zanîn, civatek ji ”Civata Aqilmendan”  karê xwe li Bakûrê Kurdistanê bi dawî înaye û raporekê amade kiriye, di 26ê Hezîranê de jî pêşkêşê Hikûmeta Serokwezîr Receb Teyib Erdoganî kiriye.
Yek ji emdamên ”Civata Aqilmendan” jî, Ebûqatê Kurd rêzdar Mihemed Emîn Ekmen e. Pêşî em ê parêzerê xwe bi xwendevanan bidin naskirin û piştre jî hevpeyvîna pê re:

Ebuqak Mihemed Emîn Ekmen, di 15ê Gulana 1975an de li Êlihê (Batman) hatiye dinyayê. Dayika wî Fatma û bavê wî Hecî Huseyn e. Bi koka xwe ji malbateke xuyaniyên Kercewsê ye.

Emîn Ekmen, xwendina xwe piştî ku li Êlihê kuta kiriye, li Zanîngeha Dîcle Fakulteya Hiqûqê xwendiye û her li wirê Lîsansa Bala jî li ser zanistiya civakî û hiqûqa giştî daye. Niha jî doktoraya xwe li Zanîngeha Stembolê li ser mafê giştî didomîne.

Emîn Ekmen ebûqatiya serbest dike, endamtiya Baroya Batmanê, di komisyona Parastina Mafê Mirovan de û serokatiya saziya parastina mafê jin û zarûkan kiriye. Herweha temsîlkartiya Weqfa Temayê, komela sirûşta dilxwaz a Batmanê, komeleya Çiriskên Rojê, federasyona werziş ji bo her kesî, himdartiya avakirina komeleya Mezlûman a Batmanê jî kiriye.

Ekmen serokatiya navendî û ya navçeyên Batmanê yên AK Partiyê kiriye û 4 sal parlemantiya Batmanê ya dewra 23an jî kiriye. Niha jî di AK Partiyê de endamê navendî yê disiplînê û cîgirê serokê saziyê ye.

Sedemê avakieina Heyeta Mirovên Aqilmend:
Ji bo ku PKK des tji çekan berde, Çileya Paşîn a 2013an,  hevdîtin bi Evdileh Ocalanê ku niha li girava Îmraliyê ye re hatiye kirin. Bi wê hevdîtinê dest bi  pêvajoyeke nû bûye. Piştre Hikûmetê bangewaziyek belav kiriye,  li ser wê gaziyê, roja sisiyê Nîsana 2013an, 63 kesên ji pîşeyên cuda yên wek rojnamevan, kesên zanistiyê, nivîskar û hinên dî, berhev bûne û li 81 parêzgehên Tirkiyê geriyan, dêtinên xelkê derheq pêvajoyê de, herweha tirs û tavilên xelkê, pêşniyar û daxwazên xelkê wergirtine û wek rapor amade kirin, roja 26ê Hezîrana 2013an jî pêşkêşê hikûmetê kirine.

Li gor agahdariyên ku bi dest ketine, ew heft raporên ku hatine amadekirn jî, dê bi xebateke din bibin raporek.
Ebûqat Mihemed Emîn Ekmen jî, yek ji endamên wê civata Mirovên Aqilmend bûye û rapor amade kiriye, pêşkêşê hikûmetê kiriye. Min jî derheq raporê de çend pirs amade kirin û bi riya e-mailê pêşkêşê wî kirin. Spa ke Emîn jî bi camêriya xwe bersiva pirsên me da û min ew ji tirkî wergerandin kurdî, ev e li jêrê ye pêşkêşê Medyaya Kurdî dikim:

Zeynelabidin Zinar: Heyeta Mirovên Aqilmen, bi taybetî li herêmên Kurdan têkilî bi kîjan çînan re danîne?

Ebûqat Mihemed Emîn Ekmen:
Heyeta me (Mirovên Aqilmend) dema çûyer kîjasn parêzgehê, bi vî hawayî hevdîtin pêkaniye: Xebata ku kiriye, di heft xalan de hatine xirvekirin:

1-    Serdana famîleyên niheqdar.

Ev niheqî (mexdûr) çi ji aliyê PKKê ve, çi ji aliyê dewletê ve çêbûbe, çi kes û çi jî famîle bin, serdan li wan hatiye kirin. Dikarim hin mînakan weha bibêjim:
–    Ceylan Onkol, sal 2009, dema tetbîqata leşkerî hatiye kuştin.

–    Mûrad Îzol, sal 2013, dema ji ber polîsan reviyaye û xwe avêtiye çemê Dîcleyê, xeniqiye.

–    Şêrzan Kurt, li bajarê Muglayê di rûdanên xwendekaran de bi berika polîsan hatiye kuştin.

–    Necdet Atalay, serokê Şaredariya Batmanê ku li ser doza KCKê niha girtî ye.

–    Sedat Ozevîn, karmendê Mafê Mirovan, sal 2010 pê li mayina ku PKKê binax kiribû digel sê hevalên xwe hatiye kuştin.

–    Me serdana hin malbatên ku gundê wan hatine şewitandin û hatine rûxandin kir.

–    Me serdana hin dayikên ku zarûkên xwe li çiyê wenda kirine.

–    Me serdana hin malbatê ku zarûkên wan (leşker) di şerê bi PKKê de hatine kuştin kir.

–    Me serdana malbata Gulşah Olgaçî kir ku di êrîşa PKKê de sê hevalên wî hatine kuştin.

–    Me serdana malbata Ugur Kaymazê (zarûk) ku di 2004an de ji aliyê polîs ve hatiye kuştin kir.

–    Me serdana malxweya Mihemed Sincarê  parlemanê DEPê kir ku di 1993an de bi awayekî kujernediyar hatiye kuştin.

2- Me serdana deverên ku xwedanê nirxekî mezin in kir, hin ji wan ev in:
– Gundê Bilgeyê ku 44 kes lê hatine kuştin.
– Roboskiya ku 34 kes ji aliyê balafirên cengî ve hatine kuştin.
– Geliyê Qesaban (Sêrt) ku gelek termên kuştî ji binê poxana bajêr derketibûn.

3- Serdana van kes û deveran jî hate kirin:

– Li Mêrdînê Hecî Ebdulqadir Timuraxaoglu.

– Dîsa li Mêrdînê Şêx Silhedîn Seydaoglu.

– Li Tiloya Sêrtê Medreseya Mele Burhan.

4- Serdana Partiyên Siyasî:
– Li Diyarbekirê serdana AKP, BDP, CHP, Hak-Par û Xweda-Parê hate kirin. Lê MHPê destûra serdanê neda me.

5- Serdana nûnerên Artişê, civînên me bi pêşkêşên qenaetê, revdeyên cuda yên xelqê re hatin kirin. Civîn bi saziyên jinan re li Diyarbekirê, serdana Civata Çilan a şaredariya Sûrê.
– Li Urfayê civîn bi komeleya Ereban, Platforma Alîkariya bi Sûriyeyan re hate kirin.

– Li Entabê civîn bi Saziya Karê Dinyayê re.
– Li Mêrdînê civîn bi saziya Mêrdîn-Diyarbekir Suryanî Metropolîtî Salibe Ozmen re.

6- Hevdîtin û serdan bi Xelkê re:
Ji derveyê rêxistinan, hevdîtin bi kesên li kuçe û esnafan re û pirsa daxwazên wan, hevdîtin bi saziyên sivîl ên li Nisêbîn, Şirnex, Cizîr, Batman, Sêrt, Çewlik û Heranê re hatin kirin.

7- Civîn û hevdît bi zanîngeh, ciwan û hunermend re weke Zanîngeha Entabê, ya Kilîsê, li Zanîngeha Mêrdînê Xasma jî serdana Enstîtuya Zimanên Zindî (Beşa Kurdî) li ya Mêrdînê hatin kirin.

8- Hin serdanên bêprogram bi hin kes û malbatan re hatin kirin. Hevdîtin bi hin parlemanên ku niha di girtîgeha Diyarbekirê de ner e hate kirin. Li Şirnexê civîn bi şeş serokên parêzvanên Gundan re hate kirin.

Me pir kesên ku bi guman li hevûdu dimeyizandin anîn ba hev, li ser maseyeke grover da rûniştandin.

Di nêv Heyeta Kesên Aqilmend de, kesên pispor ku rind êşa Kurdan fêm dikirin hebûn?

Ez di nêv grûba kesên Aqilmend de bûm ku ji 63 kesan ava bûye. Ez dîdevan im ku xelkê ji bo rawestandina xwînê û ji bo çareseriya pirsgirêkê, vîndariyeke samînî didane nîşandan. Her yek ji wan, çendî ku xwediyê dîtineke cuda be jî, ji bo pirsgirêka Kurd rawestandina çekan hevkariyeke hevbeş didane nîşandan. Ji bo pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê, akademisyen, rojnamevan, çalakvanên Mafê Mirovan hebûn.

Kurdan çewa pêşwaziya vê heyetê dikirin?

Dema em diçûn kîjan bajarî, Kurdan bi kêfeke mezin pêşwazî li me dikirin.
Serê pêşî di gera me de, tavilek hebû. Lê her ku diçû, her ku hevalên me jî dipeyivîn, ew tavil hemû ji holê rabûn. Me di vê gera xwe de bi hindikî bi 10.000 kesî re xeberdaye.
– Me di nava Kurdan de tenê yekî jî nedît ku li dijê meselê derketibe. Kurdan zêdetir tavil dikirin ku ev pêvajo belkî xisar bibîne.

Heyeta Mirovên Aqilmend, xwe bera nêv pirsa bingehîn daye?

Dizanî ku rapora me hate weşandin. Di destpêka Rapora me de, beşek heye ku li ser plana paşiyê ya dîrokî ye. Di vê beşê de hatiye nivîsandin ku pirsgirêka di navbera komara nûjen û Kurdan de, du bingeh hatine rûniştandin, di desthelatiyê de navendî û polîtîkaya heşifandinê. Li pêşber vê, du pêşniyarên me çêbûne, herwekî di Osmantiyê de çewa ku çêbûbû, Xurtkirina Merkeziyeta Ademî û Kurd jî li hemû bajarên xwe desthelatdarên xwe hilbijêrin û girêdana bi Enqerê ve hindik bibe. Di eynî rengî de Kurd jî û kesên din jî, mafên wan ên çandî têkevin binê garantiya Zagona bingehîn. Bi vê yekê, dikarim bêjim ku me xwe bera binê pirsgirêkê daye.


Di Rapora Başûrê Rojhilatê de, çiqas cih bo daxwazên Kurdan hatiye dayîn?

Divê ev pirs ji Kurdan bête pirsîn, kek Zinar. Lê ez dikarim vê yekê bibêjim: Daxwaza her kurdê ji her çînekê, bêje bi bêje, ketiye nava Raporê. Me jî daxwazên xwe, pêşniyarên xwe bi vî rengî bi awayekî esasî amade kiriye. Piştî ku Rapor hate pêşkêşkirin, siyasetmedarên Kurd, nivîskar û baro, memnûniyeta xwe ji bo Raporê eşkere gotine.

Pêşeroja Kurdan çewa dikare bikeve êminatiyê?

Pêşeroja Kurdan, girêdayê bi demokratîkbûyîna Tirkiyê ve ye. Heta ku Enqere bi temamî ji ”vesayet”ê rizgar nebe, behsa azadiya Diyarbekir û Wanê jî nayê kirin. Nexwe Zagoneke Nû ya azadîwar, dê bibe garantiya Kurdan jî. Ev zagona Bingehîn, desthelatiyên herêmî xurt dike, mafê hemû hindikahî û cudahiyên olî dixe binê garantiyê. Pêşniyara me, ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo seranserê welêt bûye hatina demokratiyê.


Ev e gelek sal in Kurd êşeke mezin ji  Artişa Tirkiyê dîtine. Ji bo bersivdana daxwazên asasî yên Kurdan, gelo amadetî ji bo bingeheke zagonî çêdibe?

Ez dibînim ku AK Partî ev e deh sal in, di vî warî de gavên girînd davêje. Di vê babetê de serokwezîr Tayîb Erdogan gelek caran gotiye ku ”Siyaseta nepejirandinê, înkar û heşifandin bi dawî bûne” (Bu anlamda Başbakan Tayyip Erdoğan Red İnkar ve Asimilasyon politikalarına son verdiklerini defalarca ifade etmiştir.) Ev yek ne ”paradigma”yek e. Ev guhertin ji bo ku rewneqa xwe bide siyasetan, wê hinekî zeman werbigire.

Di desthelatiya nûjentî ya Osmaniyê de, navenbdîtî (merkezîleşme) hebû ku tarîxa vê jî 100 sal bû. Yanî pirsgirêkeka 150 sale, ku ev têgeh û sîstema perwerdeyê, 76 milyon kesên ku gehandine niha hene. Ji ber hindê çareserî ne şoreş e, lê divê ku bibe ”evrim”.

Çewa ku hûn jî dizanin, ji bo nasnameya Kurdan gelkek gav hatine avêtin; navê kurdî ji bo zarûkan, lîsans û lîsansustuya perwerdehiya kurdî, weşana 24 saet a televizyona dewletê, rakirina qedexetiya axaftina kurdî li girtîgehan, dana mafê parastina bi kurdî û hwd. Herweha ji bo ku meclisên herêmî xurt bibin gelek sererastkirinên zagonî jî çêbûne.

Dewletê tiştên zehmet kirine; ew çi ne, nasnameyeke ku înkar dikir nas kir. Niha jî yên hêsan hene. Ew jî, bi hêsanî avêtina gavan e di qada dewletiyê de ji bo îfadekirina kurdî. Ev jî bi baweriya min, wê di demekê de çêbibin.

Gelek Kurd, bi tavil mêze diki ku wê dîsa werin xapandin. Ji bo rakirina vê tirsê, divê ku dewlet çi bike?

Li gor hin gotinan, dewletê heft car xwestiye ku PKK bê çek bibe, lê avadaniyên kûr her car jî vê yekê rûxandiye. Ev avadanî di nava PKKê de jî û di nava dewletê de jî hene. Ji ber hindê ji bo guman û tavila Kurdan, sedemên heqdar hene. Lê eger ev pêvajo bi gavan berepêş here, wê ev tavil û tirs ji holê rabin. Niha em dibînin ku ev hawe pir kêm bûne.
Pêdivî bi sererastkirineke zagonî heye; rewşa girtiyên nexweş ên giran, vegerandina navên kurdî yên cih û deveran, anonsa bi kurdî di balafiran de, dibin destpêka çakîtiyê.  Me van bi berfirehî di raporê de nivîsine.

Zeynelabiidn Zinar:
Spas kek Emîn ji bo dana bersivên pirsên me.

Av Mihemed Emîn Ekmen:
Spasxweş, her hebin…

STENBOL 01/ 07/ 2013

Zeynelabidin Zinar

Back to top button