Nivîsar

Apoyîyên Şermok

Li gor desthilatî û qawetê ew jî xwe diguherin. Niha ji vana gelek di nava me de, yanî di nava me de ew kesên ku ne apoyî ne de hene(!).


Bûbê Eser

Her welatek, her miletek li gor reng û dengê xwe tev digere û li gor wê jî rengê xwe diyar ango eşkere dike. Loma jî eşkerekirin û jiyana civatê jî hin bêjeyên nû peyde dikin.

Peydekirina bêje ango kelîmeyên nû jî dibin weke deng û rengekî civatê. Lê di civatên pêşketî de ji dêlva tiştekî weha ew bi hin îcad û nûjeniya civata xwe ve mijûlin û wê pêşve dibin.

Çi mixabin ev di civatên paşdemayî de tune ye ya jî pir hindik tê dîtin. Ê herî zêde tê dîtin jî ew e ku bêje ango kelîme ne. Ew jî li gor civatê cih û rengê xwe dibîne. Çine vana? Ez hinekî vekim da ku em bibînin bê li cavata me de çi dibêijin.

Çi dibêjin; dibêjin; apoyî yên şermok ango fediyok. Ev çi ye û çima di civata me kurdan de ev bêje peyde bûye. Li gor min çend sedemên vê hene û niha vê vekim.

Sedemek ji sedema herî girîng ew e ku hin hene, bi xwe apoyî ne, heta ji yên eşkere zêdetir apotîyê dikin, bêtir kar û xebatê ji bona apoyîyan dikin, hin rê û warên ku ji bona wan hatine girtînê, vedikin. Lê çi mixabin ew jî xwe vedişêrin û naxwazin navê wan bi apotiyê derkev e. Kîne vana?

Vana ew kesên ku di civatê de rengê xwe diyar nakin, heta ji wan tê xwe nadin dest ku ew bi xwe apoyî ne û heta ji herkesan bêtir apoyîne. Îcar çima rengên xwe eşkere nakim û nabêjin?

Dema bêjin ez apoyî me, wê gavê herkes li gor vê bi wî/ê re tevbigere herkesê bizanibin ew kîne. Loma mirovê li hember wan dê bi tedbîr bin. Ji bona vê ye ku dema xwe, rastiya xwe û apoyetiya xwe vedişêrin bi rehetî di civatê de cihê xwe digire û dest bi karê sîxuriyê dikin.

Her weha civat jî li hember apoyîyên şermok tim bê tedbîr in û bawer nakin ku ev kes di derheqa wan de raporan ango agahdariyan dighêjîne berpirsê xwe. Ji ber ku dema ew têne ba te an bi te re sohbet dikin, xwe dide diyarkirin ku ew ne apoyî ye. Heta çend gotinên nermik û germik jî di elehê apoyan de dibêjin. Çima weha dikin?

Ji ber ew wazîfedarin ji bona bikaribin bi rehetî di civatê de cih bigirin û zû bi zû xwe nadin dest ku ew apoyîne. Di civatê de kî/ê çi dibêjin, fêr dibin. Reng û dengê xelkê yên li hember apoyan baştir tê digihêjin û li gor wê jî raporên xwe hazir dikin û didin berpirsê xwe. Him ji wir aferîman digirin û him jî pere û meqam.

Mesela kesên weha bi rehetî dikarin bikevin hemî civîn, panel û konferansên kurdan. Çi dikin li wir. Axaftinên xelkê digirin video, wêneyên wan dikşînînin li ser wan rapora xwe amade dikim û didin jor.

Yên jor jî van raporana li ber çavan digirin û li gor wê jî tedbîrên xwe distînin. Kî bêtir di elehê wan de qise dikin, kî/ê bêtir tiştên baş ji bona gelê xwe dibêjin. Yek bi yek têne qeydkirin. Çi dema ji wan re lazim dibe, vê bi kar tînin.

Tiştek ango sîstemeke weha bêtir dagirker ya jî desthilat bi kar tînin. Lê li bakurê kurdistanê apoyan ev daye rûniştin. Bi dehan, bi sedan heta bi hezaran pêxwasên wan yê weha hene.

Herdu alî jî ji halê xwe razîne, hin perên xwe, hin kursî û meqamên xwe û apoyî jî raporên xwe, digirin. Li gor wan raporana jî civatê dinasin û li gor wê jî qaîde û prensîban datînin û fermana hinan jî li gor wan raporên apoyiyên şermok tê dayîn…

Ez pir bi rehetê dibêjim ku pêşketina apoyan qismê herî mezin ev e. Yanî yên apoyan xurt û qelew dikin apoyiyên şermok in. Li gor raporan jî karê xwe dikin. Apoyîyên şermok him ji apoyiyan him jî ji welatparêzan dixwin.

Ji xwarinê têr nabin loma her car çiran didin xwe gah li wir gah li virin. Li gor desthilatî û qawetê ew jî xwe diguherin. Niha ji vana gelek di nava me de, yanî di nava me de ew kesên ku ne apoyî ne de hene(!).

Li malê me ne, di cîvînin me dene, li hinda me re ne. Ji ber vê carna ew jî bi aweyekî nerm davêjin apoyan, weke xwe li dij wan rê didin. Di nivîsên xwe de rexneke bi çûk li apoyan digirin û deh rexneyên bê ûjdan jî li kurdan û rêxistinên wan digirin.

Çima min ev nivîsî? Ez baş dizanim ku dema apoyî nemînin kesên weha wê di civatê de bi qedr û qîmet bin. Wê him bixwin û him jî dest bi pesindariyê bikin. Ji ber ku fêr bûne loma divê her gav her wext ew ji hinan re pesindar bin.

Apoyiyên şermok gelekî xeterin, bi rehetî dikevin nava me re di nava me de gelek in. Lê çi mixabin bi qîmetin jî. Bi taybetî li swêdê û bi gelemperî li ewro kesên wan yanî apoyiyên şermok gelek in.

Di sohbetên me de, di şîn û şayiyên me de, di rabûn û rûniştinên me de her ew amade ne. Çawa tên kî ba wan dikin, nizanim…Gelek ji me wan dinasin lê çi mixabin em li hemberî wan bê dengin. Heta em gelek caran wan bi xwe dixin nava xwe.

Ev jî dibe weke mirov bi xwe agir berra kadîna xwe dide. Mebesta vê nivîsê ev e ku êdî em li hemper apoyiyên şermok bibin xwedî helwest, da ku zêde xerabiyê nekin. Ji xwe heta niha ew kar kirine. Fêda wan ji bilî apoyiyan û wan naghêje kurdan…

Back to top button