Angelina Jolie ji bo sivîlên li Xezzeyê banga alîkariyê kir

Lîztikvana Amerîkî Angelina Jolie bertek nîşanî êrîşên Îsraîl yên li dijî sivîlan da û banga alîkariyê kir.
Hunermenda ku li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî da, diyar kir ku ew jî wek hemû kesên din ên cîhanê ji ber êrîşên ku di sibeha 7ê cotmehê de di bin navê Tofana Eqsayê de hatin kirin, gelekî aciz û hêrs bûye û got: “Tiştê ku li Îsraîlê diqewime kiryarek terorê ye. Ji bo kesên li Xezzeyê ewên ku cîhê û xwarina wan tuneye kiryarek terorê ye”.
Angelina Jolie, di gotara xwe de diyar kir ku ew 20 sal in li ser penaberan kar dike, bi wan re mijûl dibe û wiha got: “Zêdetirî 2 milyon kes li Xezzeyê hene (nîvê wan zarok), ev nêzîkî 20 sal in di bin dorpêçek tund û tûjî de dijîn. Çend kamyonên ku wek alîkarî tên, beşek ji tiştên kpêwîst e. Astengkirina alîkariya sotemenî û avê gel bi komî ceza dike. Mirovahî daxwaza agirbestek lezgîn dike. Jiyana Filistînî û Îsraîliyan û jiyana hemû mirovên li çaraliyê cîhanê bi heman rengî girîng e. Divê her tişt bê kirin ji bo ku pêşî li mexdûrbûna sivîlan bê girtin. Wek gelekan min jî ji bo xebatên alîkariyên bijîşkî bexş kir. Min hilbijart ku piştgiriyê bidim xebata Bijîşkên Sînornenas û raporên wan ji nêz ve bişopînim”.