Amirîka û Rusiya dizanin fakterê serekî li Sûriyeyê kurd in
Li bajarê Berlînê li Almaniyayê konfranseka taybet li ser rewşa rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hate sazkirin û hejmarek zêde ya siyasetmedar, perlamenterên almaniyayî, part û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê, rojnamevan û welatiyên kurd pişkdar bûn. Bisporê Rojihelata Navîn yê Mîşel Luders di konfransê da ragehand ku heke Rusiya û Amirîka bixwazin dê bikaribin aloziya Sûriyeyê çare be û hikûmeta sunne li Sûriyê bihête avakirin û got:
– kurd dê bibine navenda dîmokirasî û azadyê li Sûriyeyê û ew îmkana kurdan hene.
Li gor malpera KDP.info pisporê Rojihelata Navîn herwesa diyar jî kirye ku li Rojihelata Navîn gelê herî rêkixistî gelê kurd e û dê mora xwe li paşeroja Sûriyê bid:
– Amirîka û Rusiya jî dizanin ku fakterê serekî li Sûriyeyê ne opozisiyona nîştmaniya sûrî ye, opozisiyona sûrî parçe parçe ye û hejmarek zêde ya komên çekdarên biyanî li nav axa Sûriyeyê şer dikin, lê li rojavayê Kurdistanê kurdan herêmeka otonomî ji nuha ve damezirandiye û di warê asayiş, parastin û xizmetguzariyan da pênigavên mezin havêtine. Dê Amirîka jî rastiya kurdan qebûl bike û pê re peywendiyan dirust bik. Li gor hizra min Rusiya ji nuha ve bi kurdan ra ketîye di nav diyalogê de. Lê tevî vê jî, serkevtina kurdan bi temamî bi yekirêziya kurdan ve girêdayî ye.
Mîşel Luders pisporê karûbarên Rojihelata Navîn di beşek din ji axavtina xwe de behsa Tirkiyeyê û bandora wê li ser rewşa Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê kir û diyarkir ku pirosesa aştiya ku li Tirkiyeyê destpêkirîye dê dîrekt bandora xwe li rojavayê Kurdistanê jî bike:
– Ez bawer dikem êdî Tirkiye jî naxwaze bi kurdan ra di rewşa şer de be, hikûmeta Erdogan di destpêkê da bi kurdên Tirkyeyê re dê aştî û hevpeymaniyekî dirust bike û bi heman rengî dê rastiya rojavayê Kurdistanê jî, wek herêma Kurdistana Îraqê, qebûl bike û ev yek jî di berjewendiya kurd û tirkan de ye.