Cîhan
Amerîkayê PDK û YNK ji lîsteya terorê derxistin
Alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê eşkere kir ku, Kongresa Amerîkayê navê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji lîsteya reş a terorê derxistin.
Biret McGurk alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê di rûpela xwe ya Tweterê de nivîsîye ku, Kongiresa Amerîkayê navê PDK û YNK ji lîsteya terorê derxistin û reşnivîsa biryarê daye Barak Obama serokê Amerîkayê da ku ew jî îmza bike.
Weke tê zanîn Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê di serdana xwe ya dawiyê de bo Ewropa, di pirograma serok Barzanî de hebû serdana Amerîkayê jî bike lê serokê Kurdistanê serdana bo Waşîngtonê red kir û got ku, heta Amerîka navê PDK û YNK ji lîsteya reş dernexe ew serdana Amerîkayê nake.