Polîtîk

Amerîkayê jî hewara xwe gihand Barzanî

Duhî şemiyê (24-12-2011) Joe Biden cîgirê serokê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê telefona Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê kir û  rewşa aloza siyasî û amnî ya Îraqê pê re gotûbêj kir.

Cîgirê serokê Amerîkayê di peywendiya telefonî de daxaz ji serokê Kurdistanê Mesûd barzanî kir ku di çareserkirina nakokiyên navbera aliyên siyasiyên îraqî de, weke carên berê rola xwe bilîze û piştevaniya amerîkayê jî ji bo hewilên serok Barzanî nîşanda.

Joe Biden piştevaniya xwe ji bo pêşniyara serok Barzanî ya sazkirina kongreyekî niştimanî ku hemû aliyên siyasiyên îraqî tê de beşadr bin û bi hev re Îraqê ji wê kirîza siyasî û emnî ku niha tê deye derbas bikin, diyar kir.

Weke tê zanî piştî derketina hêzên arteşa Amerîkayê ji Iraqê pirsgirêk û nakokiyên kûr û mezin di nêvbera erebên şîyî û erebên sunnî de derketin. Di vê navberaê de serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî fermana Tariq Haşimiyê cihgirê serokkomarê Iraqê derxist. 

Piştî van aloziyan demildest sefîrê Amerîkayê yê Iraqê James Jeffrey çû Duhokê û li wir digel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya û, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Îraqê,  herduyan behsa pêwistiya amadekirina kongreyeke berfireh ya rêberên siyasîyên Iraqê û Kurdistanê kir. 

Barzani_ambasade_usa_909543003.jpg
Arşîv
Back to top button