Amerîkayê bang li Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir
Wezareta Derve ya Amerîkayê daxwaz ji her du hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê kir ku bi navê aramî û avadankirina navçeyê, rêkeftina Şingalê cîbicî bikin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Matthew Miller, di konfêransek rojnamevanî de got: ” Ji bo hişyarkirina qurbaniyên 2014an peyman destpêkek girîng e”.
Miller bi berdewamî anî zimên ku “hêj peyman nehatiye bicîhanîn, lewma em tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna wê dikin” û got: “Em bang li her du hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê dikin ku rêkeftina Şingalê cîbicî bikin, ji ber ku aramî û avadankirina navçeyê tê armanckirin. Wek ku di naveroka rêkeftinê de jî hatiye gotin, divê ewlekarî û aramiya Şingalê ji aliyê hêzên federalî ve bê paraztin. Bi taybet divê polîs û hêzên herêmî ji Şingalê bin”.