Cîhan

Amerîka û serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, duhî roja pêncşemiyê 16.10.2014ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Tony Bilînkin cîgirê şîretmendê ewlehiya neteweîya Amerîkayê û şandeya pê re kir.

Di civînekê de, pirosesa siyasî li Îraqê, rewşa ewlehiyê, pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê, beşdariya herêma Kurdistanê di hikûmeta nû ya Îraqê de hatin gotûbêj kirin û şandeya Amerîkayê beşdariya herêma Kurdistanê di hikûmeta nû ya Îraqê de bilind nirxand û ew beşdarî weke hokarek ji bo pêşvebirin û serkeftina pirosesa siyasiyî li Îraqê wesif kir û destxweşî li herêma Kurdistanê û wezîrên kurd bo hikûmeta Heyder Ebadî kir.

Rewşa ewlehiyê û metirsiya DAÎŞ li ser Îraqê û pêwîstiya amadekirina pilaneke saxlem ji bo rûbirûbûna terorê ku, pêwîste ji aliyê îraqiyan bi xwe û bi hevkariya civaka navdewletî bê kirin, hat behis kirin û tekîd li ser zêdetir beşdariya suneyan û eîşrên deverên cuda yên Îraqê di pirosesa siyasî de û derxistina terorîstan ji Îraqê hate nirxandin.

Şandeya Amerîkayê rola hikûmeta herêma Kurdistanê û pêşmerge û xelkê Kurdistanê, berxwedana pêşmerge li dijî terorîstan û azadkirina gelek deverên dibin destê terorîstên DAÎŞ ji aliyê pêşmergeyê Kurdistanê ve bilind nirxandin û ew yek jî got ku, dema herêma Kurdistanê rastî metirsiya terorîstan bû, Amerîkayê bê dudilî hevkarî û alîkariya herêma Kurdistanê kir û şandeya mêvan tekîd kir ku, Amerîka û dostên xwe li ser hevkarî û alîkarîkirina herêma Kurdistanê berdewam dibin.

Şandeya mêvan behsa xebatên hikûmeta Kurdistanê ku, bi wan îmkanên xwe yên hene, bi sedhezaran penaber û koçber hewandine û li herêma Kurdistanê akincî bûne, kir û got ku, dema wan digel rêxistinên Neteweyên Yekgirtî serdana penaber û koçberan kirî hest bi wê yekê kiriye ku, hevahengî û hevkariyeke baş di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û ajansên ser bi NY ve heye û destxweşî li hikûmet û xelkê Kurdistanê kir ku, bi awayekî gelek organîzekirî rûbirûyê wê karesata mirovî bûne.

Metrisyên DAÎŞ bo ser Îraqê û Suriyê bi giştî û bo ser Kobanî bi tayebtî beşek din ji civînê bû û şandeya amerîkayî zelal kir ku, Amerîka û hevpeymanên xwe bingeh û çeperên DAÎŞ li derdûra Kobanî bi berdewamî bombebaran dikin. 

Behsa têkeliyên herêma Kurdistanê digel welatên herêmî bi giştî û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên navbeta Hewlêr û Bexdayê hate kirin û civînê tekîd kir ku, hikûmeta Îraqê zêdetir bê pêş û bi rêya diyalogê çareseriya hemû pirsgirêkan, bi taybetî pirsa budce û miaşên karmendên herêma Kurdistanê, bikin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya Amerîkayê bo herêma Kurdistanê û ew têbînî û dîtinên wan li ser xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê hebûn kir û sipasiyên xelk û hikûmeta Kurdistanê pêşkeşî serok Obama û Amerîkayê kir ku, di hewara xelkê Kurdistanê de hatin û di dema pêwîst de dostên xwe bi tenê bi cî nehiştin.

Serokwezîrê Kurdistanê got ku, serkeftina pirosesa siyasî li Îraqê beşeke ji nehêlana wê metrisiya li ser welêt heye û li ser vê pirensîpê herêma Kurdistanê bi awayekî cidî beşdarî di hikûmeta nûn ya Îraqê de dike û herêma Kurdistanê hemû mihawilan bike ji bo ku, pirosesa siyasî li Îraqê serbikeve û welat ji wê kirîza heye derbas bibe û hêza hovaneya DAÎŞ jinav biçe û di heman demê de bi rêya diyalogê pirsgirêkan çaerser bikin.

 Serokwezîr daxwaz kir ku, ji bona bi awayekî minasib pirsgirêk bên çareserkirin, Amerîka piştgiriya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê bike. 

Back to top button