Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Iraqçî roja Şemiyê li Balyozxaneya Omanê ya li Romayê bi Nûnerê Taybet ê Amerîka yê ji bo Rojhilata Navîn Steve Vatikov re civiya.
Gotûbêjan demjimêr 9:30 sibê destpêkir û nêzîkî 4 demjimêran berdewam kir û her du welatan li ser bernameya navokî ya Tehranê gotûbêj kirin.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Iraqçî ragihand, hevdîtinên Tehran û Washingtonê di atmosfereke erênî û avaker de derbas bûne.
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Her du welat dê roja çarşemiyê li Omanê gotûbêjên teknîkî bikin.
Wezîrê Derve yê Umanê Bedir el-Busaidî di daxuyaniyekê de ragihand ku armanca danûstandinên Washington û Tehranê rakirina dorpêçên li ser Îranê ye.
Wî got ku şandên Amerîka û Îranê li ser berdewamkirina gotûbêjan ji bo gihîştina lihevhatineke adil li qonaxên bê de li hev kirin.