Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman ragihand ku ew hewl didin Hewlêr û Nashville bibin bajarên bira.
Samî tekez kir, ku Amerîka û Herêma Kurdistanê dê li ser berdewamiya peywendiyên aborî, çandî û emnî yên di navbera her du welatan de berdewam bin.
Berdewamiya axaftina xwe de nûnêra hukumeta Kurdistanê got: “Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê ne tenê emnî ne, pêwendiyên me yên bazirganî jî hene û em hewl didin peywendiyên çandî pêş bixin. Em ji nêzîk ve ligel Odeya Bazirganî ya Amerîka û Kurdistanê kar dikin, em spasiya hemû kompanyayên Amerîkî dikin ku di dema dijwariyên curbicur û şerê li dijî DAIŞê de li Kurdistanê veberhênanên xwe berdewam kirine.
Samî got ku ew li ser bernameyeke xwişk û biratiyê dixebitin û hêvîdar in ku Nashville ku wek Kurdistaneke biçûk tê naskirin, bibe xûşka Hewlêrê.