CîhanRojev

Amerika Tirkiye ji projeya F-35î derêxist

Amerikayê da xûyakirin ku, Tirkiye ji bernameya çêkirina balefirên pêşerojê F-35 hatiye derêxistin û Pentagon ev yek bi fermî ji Tirkiye re gotiye.

Li gora daxûyaniya berpirsekî Pentagonê sala 2006ê projeya çêkirina F-35ê amade kirine û bangî hinek welatan kirine ku tevlî vê projeyê bibin. Tirkiye sala 2007ê tevlî projeyê bûye û protokol îmze kiriye. Niha ew protokol hatiye fesih kirin û protokolek nû amade kirine û Tirkiye di vê protokola nû de tuneye. Bi awayek din protokolek ji nûve hatiye îmzekirin û 8 welatên ku berê di nava projeyê de ev protokol cardin îmze kirine û Tirkiye ne dinava wan de ye.

Back to top button