CîhanRojev

Amerîka serbazên xwe yên tirkiye vediguheze Yunanîstanê

Senatoreke Amerîkî dibêje: Washington bi niyete serbazên xwe yên li bingeha Încîrlîka tirkiye veguheze Yunanîstanê.

Ron Johnson Senatorê Komariyan û Serokê Leqa Ewrupa ya Komîteya Peywendiyên Derveyê Senatora Amerîka li daxuyaniyek da ji bo kovareke Amerîkî balkişandiye li ser wê yekê ku siyasetên tirkiye Washingtonê neçar dike hemahengiya xwe serbazî li gel Yunanîstanê zêdetir bike.

Ron Johnson dibêje: Nizanîn li Încîrlîk çi rûdide. Hîvîdarîn rewş baş bibê, lê belê pêwîste ji bo xeraptirîn egera planek amade bikîn. Washington ji ber siyaseta “bêzarkerên” Enqere bîra ewe dike serbazên xwe yên li bingeha Încîrlîkê veguheze Yunanîstanê.

Johnson rexne li Receb Teyîb Erdogan digre û dibêje: “Ez bawer nakim ev guhertina stratejîk daxwaza me bê, lê belê li rewşa berevaniyê ve divê temaşa rastiyan bikîn ku ew jî eweye ew rêya Receb Teyîb Erdogan li ber girtiye, ne rêyeke raste”.

Bingeha serbazî û asmaniya Încîrlîk sala 1954 li bajaroka Încîrlîk ya ser bi bajarê Edene ya tirkiye hatiye vekirin. Ev bingeh 8 km ji navenda Edenê û 56 km ji deryaya navîn dûre.

Bingeha ku zêdetirê nîv sedsaleke roleke girîng li peywendiyên di navbera tirkiye û Amerîka da dibîne. Her dema ku alozî dikevê navbera Washington û Enqerê, tirkiye bi girtina Încîrlîkê gefê li Amerîka dike, ji bo wê yekê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka jî li pey cîhgireke wê da digerê ku zêdetir jê piştrast bê û kar li çalakiyên serbazî li navçeyê da neke.

Back to top button