
Pentagon da xûyakirin ku, ew li gel berpirsên Iraqê axivîne û serbazên Amerikayê li Iraqê dimînin.
Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê John Kirby da xûyakirin ku; li ser daxwaza Iraqê ew pabend in bi sozên xwe û hebûna serbazên wan li Iraqê dê berdewam bibe.
Pentagon dibêje; eger Iraq bi fermî daxwaza mana wan bike, ew amade ne li Iraqê bimînin.
Ev di demekê de ye ku îro Fermandarê Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Iraqê ragihand; Amerîkayê 2100 barên alavên serbazî û 1800 wesayît û belemên biçûk û tanker radestî Iraqê kirin.
Piştre îro Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî ragihand; dawiya îsal hemû hêzên şerker ên biyanî ji Iraqê vedikişin.
Meha Hezîrana îsal Amerîka û Bexdayê li ser wê yekê li hev kirin ku heta dawiya îsal Amerîka dê serbazên xwe yên şerker ji Iraqê vekişîne û tenê di warê şêwir û rahênana serbazî de di şerê têkoşîna dijî terorê de alîkariya Iraqê bike.