CîhanRojev

Em çavên xwe li tehdîtên tu aliyekî nagirin

Berdevkê serokkomariya Tirkiye Ibrahim Kalin ji bo operasyoneka Tirkiye li Suriye dibêje: Divê herkes bizanibe ku, em li himber tu tehdîdekî çavên xwe nagirin.

Ibrahim Kalin di derbarê rojeva Tirkiye de bersiva pirsen rojnemevana da. Kalin behsa tenduristiya Erdogan dike. Ew nûçeyên ku di derbarê tenduristiya serokkomar de derdikevin derewin.Hinek alî nûçeyan dertêxin da ku rojeva Tirkiye biguherin.

Kalin li ser hinek babetên rojeva Tirkiye de heyin dîtina xwe da dîyarkirin û got:

Birêz serokkomar li gel serokê Amerikayê hevdîtinek erênî kir.Ji bo pêwendiyên Amerika û Tirkiye bigihe asta pêwist tişta lazim be emê bikin.Di derbarê pirsen herêmê de,pirsa Libya û rojhilatê Behra Spî de em li ser rêya ku serokkomar dayî xûyakirin diçin.

Di derbarê projeya balefirên F-35an de  Kalin dibêje, me ji bo kirîna F-35 a pereyek daye Amerikayê, eger F-35 çênebe,em daxwaziya F-16a dikin. Bo vê yeke em dikarin xeletiya heyî telafi bikin.Şandên me yên teknîkî tên û diçin hevdîtina dikin, daxwaziya me ya yekem ewe ku em di nava peojeya F-35ê de cih bigrin.Hêvî dikim ku di kongres de tu astengî dernekevin.

Derbarê operasyonekî li suriye û rojavayê Kurdistanê de Kalin got: Em ji xwe li qada Suriye de ne.Tezkere hate nûjen kirin.Em divê xeta sinorê Tirkiye û Suriye bêxin di bin ewlehiyê de.Ji bo vê yeke hêzên me yên çekdar her demî amadebeşîyê de ne. Em ji bo ewlehiya Tirkiye bi biryarin, ji bo vêjî çavên xwe li tehdîtên tu aliyekî nagirin.

Wezîrê me yê derve li gel wezirê derve yê Rusyayê hevdîtinek pêkanî.Em naxwezin li herêmê navbera Rusya û Ukranya de nexweşî derkeve.Pêwendiyên me li gel Rusya û Ukrayna jî hene.Dixwazin bi rêya diyalogê pirsgirêk bene çareserkirin.

Back to top button