Wezareta Derve ya Amerîkayê raporeka xwe ya ku bi salane amade dikin de didin xûyakirin ku, PKK zarokan bi çek dike û wan direvîne û bi zorê wan rêdike nav şer de.
Wezereta Derve ya Amerikayê di heman raporê de dibêje ku, li devera Şingalê PKKê bi sedan zarok bi darê zorê kirine çekdar û ew kirine endamên YBŞê(Yekîneyên Berxwedana Şingalê). PKK van zarokan rêdike nav Tirkiye û Çiyayê Qendilê.
Herweha rapora wezereta derve ya Amerikayê de behsa rewşa YPGê jî dike û dide xûyakirin ku, YPG ku grubeke li ser PKKê ve ye, kur û keçan bi çekdar dike temenê hineka ji wan 12 saliye.