Amerîka parastina Kurdistanê de berdewame
Roja çarşem 14.10.2015 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî hevbeşa Komarîxwazên her dû Encûmena Pîran û Nûnerên Amerîka kir ku ji Senator Mîch Mackonel Serokê Zorîneya Komarîxwazên Encûmena Pîran û Senator Tom Kutun û Senator Mayk Rondz û Senator Jony Ernest û Andî Bar Endamên Komarîxwazên Encûmena Nûnerên Amerîka û Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û Matîus Mîtman Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek ji Fermandeyên Artêşa Amerîka li Iraqê û şêwirmendên Kongresa Amerîka pêkhatibûn.Li hevdîtinê de şanda mîhvan pesna bawerî bi xwe bûn û qehremanî û xweragiriya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin û sersamiya xwe jî bi aramî û pêşketina gelê Kurdistanê nîşanda û eve jî bi Serok Barzanî ragihand ku hemû cîhan bi girîngiyê ve temaşa pêgeh û rola Herêma Kurdistanê dike. Şanda Komarîxwazên Kongresa Amerîka palpiştiya xwe ya tevahî ji bo aramiya Herêma Kurdistanê û piştevanîkirina hêzên Pêşmerge û pirçekkirina wan ragihand û eve jî xistin rû ku li hewlên xwe yên yarmetîdan û parastina Herêma Kurdistanê de berdewam dibin. Her li vê hevdîtinê de Endamên şanda mîhvan daxwaz kirin ku nêrînên Serok Barzanî ya di derbarê şerê terorîstan û pêşketinên siyasî û emnî û rewşa navçeyê û Sûriye û her wiha kêşe û giriftên Herêma Kurdistanê û pêdiviyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de bizanin.Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasî gel û Serok û Hikûmet û Artêşa Amerîka kir ku palpiştê Herêma Kurdistanê bûne û asta hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Amerîka bi nimûneyî wesif kir û xweşhaliya xwe jî nîşanda ku ew hemahengî bi awayek bûye ku heta niha xelkê sîvîl ji bo yekcar jî nekirine armanc û eve bi xwe serkeftin û destkefte ji bo Artêşa Amerîka û hêzên Pêşmerge. Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ewlewiyeta serekî ya Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge parastina pêkhatan û şerê Da’îş û ji navbirina hereşeya terorîstane.Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de behsa girifta aborî û têçûnên mirovî û maddiyên şerê Da’îş û hatina sedan hezar koçber û birîna budçeya Herêma Kurdistanê û dabezîna nirxê neftê kir ku bi pêkve kêşeyeke mezin ji bo Herêma Kurdistanê dirust kiriye û qeyrana aborî kûrtir kiriye.Di derbarê rewşa navxweya Herêma Kurdistanê jî Serok Barzanî ragihand ku parastina asayîşa neteweyî ya Herêma Kurdistanê û her wiha şerê dijî Da’îş divê ewlewiyeta hemû aliyeke Herêma Kurdistanê bê û paşê jî qeyrana siyasî ya Herêmê jî çareser dibê û bandorê li ser aramiya Herêma Kurdistanê nabê.Hêjayî gotinêye li vê kombûnê da Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dr Roj Nurî Şawêys Cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Herêma Kurdistanê jî amade bûn.