Amerika: Parastin mafê Tirkiye ye, lê em naxwazin leşkerên me zererê bibînin!

Rayedarê Qesra Spî Kirby got: Tirkiye rastî êrîşên terorîstî hat. Lê belê leşkerên me yên li Sûriyeyê li dijî DEAŞê şer dikin hene. Em naxwazin çalakiyek ku jiyana Amerîkîyan bixe xeterê bibînin.
Dîrektorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane de li ser siyaseta derve ya Amerîkayê daxuyanî da.
Kirby dîsa got, “Mafê Tirkiyeyê ye ku li hemberî gefên terorê xwe biparêze, lê divê ev yek zirarê nede têkoşîna li dijî DEAŞê.”
Kirby diyar kir ku, wan di lepirsina der bare teqîna li Kolana Îstîklalê da tu piştgirî nedane Tirkiye.
Kirby di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Mafê Tirkiyeyê ye ku li hemberî êrîşan xwe û welatiyên xwe biparêze. Di heman demê de em dixwazin rageşiya li herêmê were kêmkirin û em naxwazin ti kiryarên ku bibe sedema mirina zêdetir.” Di şerê li dijî DEAŞê da xebatên me bi hevtayên xwe yên Sûriyeyê ra didomin, hêja DAÎŞ li Suriye tehdîdek e.
Li ser pirsa “Gelo hûn ronahiya kesk didin operasyona Erdogan a Sûriyeyê ku dibêjin mafê Tirkiyeyê ye ku xwe biparêze?
Kirby got:Tirkiye rastî êrîşên terorê hat. Lêbelê, em naxwazin çalakiyek ku bibe sedema mirina zêdetir, mirina bêtir yên bêguneh, an jî zirarê bide hewildanên me yên li dijî DEAŞê, bi taybetî li hundurê Sûriyê, bibînin. Leşkerên me yên li Sûriyeyê li dijî DEAŞê şer dikin hene. Em naxwazin li Sûriyê kiryareke Tirkiyê yan jî welatekî din ku jiyana Amerîkîyan bixe metirsiyê bibînin. Leşkerên Amerîkî li vir li ser erdê ne û piştgirîya QSD’ê dikin.”