Civak

Amerika: Nahêlin xelkê sivîl vegerin Efrinê

Dema êrîşa Tirkiye û Artêşa Azad li dijê Efrinê 140 000 kes ji cih û warên reviyan û koçber bûn. Îro ew insan dixwazin vegerin cihê xwe, lê hêzên çekdar rê nadin ku xelk vegerin cihê xwe.

Di vê derbarê de berdevka wezereta derve ya Amerikayê Heather Nauert di konferansek çepeneiyê de da xûyakirin ku, “ Amerika rewşa deverê û koçberan ji nêzik ve dişopîne. Em dibînin ku nahêlin xelkê sivîl vegerin malên xwe, metirsiyek mezin di derbarê ihlalkirina mafê mirovan de heye.“Neaurt da xûyakirin ku, Amerika ji bo normalkirina rewşa deverê di nava hewldaneki de ye û li gel welatên wek Rusya û Tirkiye di nava gotubêjekî de ye.Li gora raporekî ku UNHCR di meha Nisanê de belav kirî, dide xûyakirin ku hêjmara kesên ku ji Efrinê derketine 137.000 e.Beşek mezin ji wan sivîlan li devera Tel Rifatê, Nubol û navçeya Zahra cih bûne.Hinek ji sivîlan hewldidin ku vegerin Efrinê, rêya vegerê 4 rojan dirêj dike û piraniya caran hêzên çekdar rê nadin xelk vegerin malên xwe.

Back to top button