Cîhan
Amerîka: Nabê li Lîbya ti grûb û hêzên biyanî hebê

Wezareta Derveyê Amerîka ragihand: Nabê li Lîbya ti grûp û hêzên biyanî hebê û divê ji aliyê yek hêza emnî ya niştimaniya berpirsiyar ve xelkê Lîbyayê bê parastin.
Li daxûyaniyeke nû da, Wezareta Derveya Amerîka ragihand: “Piştî civîna Hikûmeta Amerîka li gel nûnerên Hikûmeta Hevpeymaniya Niştimanî û guftûgokirina pirsa têkilkirina grûbên li nav artêşê û hêzên emniyên wî welatî, Hikûmeta Amerîka heman demî de li gel bi cîhkirina siyaseta bê aliya Lîbyayê, tekez li wê yekê dike kue ke divê hemû hêzên grûbên Lîbya têkilî artêşê û hêzên emniya niştimaniya wî welatî bibin.
Li daxuyaniyê de tê gotin: “Divê hemû Lîbî ji aliyê yek hêza niştimaniya berpirs ve bêne parastin, nabê grûbên çekdar û hêzên biyanî li Lîbya da bimînin”.