Amerîka Mursî ji desthilatê durxistiye
Li gora rojnama New York Times,Mursî serokkomarê Misrê yê hilbijartî li ser daxwaziya Amerîka hatiye ruxandin. Li gora rojnama New York Times Amerîka daxwaziyek ji Mursî kiriye lê Mursî ew daxwaziya vî welatî qebûl nekiriye.
Li gora rojnamê demjimêra dawî wezîrê derve yê welatek Erebî pêwendî li gel Mursî daniye jê re gotiye: Li gel arteş li hevwere û li gel wan nakokiyan peyda neke. Herweha wezîrê welatê Erebî ji Mursîre dibêje: Ez li ser navê Amerîka ji we re dibêjim, pêşniyara artêş pesend bike.
Amerîka dixwesta Mursî muxalefetê jî tevlî hukumetê bike û qabîneyek nû ava bike. Lê Mursî ev daxwazî qebûl nekir. Herweha rawêjkarek Mursî jî dibêje ku; Mursî gelek bawerî serokê hêzên çekdar Sisi hebû. Ev sedemek bû ku Mursî bawer nedikir ku dê darbeyek leşkerî çêbibe.
Vê sibehê artêşê Misrê êrîşek çekdar bir ser hevalbendên Mursî û 42 kes kuştin. Mursî û rêxistina wî Birayên Misilman biryara verxwedanê dane.