CîhanRojev

Amerîka keçeke Kurd xelat kir

Tanya Mehmûd Şêwirmendê Mezinê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş ji aliyê Peyvdarê Hevpeymaniyê ve xelata rêzlênanê wergirt û dibêje: “Wekî medeniyek li nava rêzên Wezareta Berevaniya Amerîka hatime xelat kirin û xelata şarezayiye li warê dijî terorê”.

Ew keça Kurd i derbarê xelata xwe ve got: “Vê xelatê didin wan kesan ku roleke taybet li plandanan, şêwirmendî û karkirina li wan hemû bernameyên ku peywistin bi dijîterorê ve dibînin tê dayîn”.

Tanya xelkê Silêmaniye û niha li Amerîka dijî û di derbarê wê yekê ku gelo hesta wê bi wergirtina vê xelatê çawaye? ew dibêje: “Bi piştrastiyê ve xweşhalim, çendîn xelatên din jî min wergirtine, lê belê ev xelat yek ji wan xelatên herî taybete ku ji aliyê Fermandeya Giştî ya Hevpeymaniya Navdewletî ve ku min wergirtiye”. Li sala 2004 ve Tanya li gel Wezareta Berevaniy Amerîka kar dike û çar sale jî wekî Şêwirmenda Mezin li gel Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî Da’îş kar dike.

Back to top button