Amerika ji HSDê daxwaz kir ku weneyên Ocalan rakin
Amerika ji HSDê û rêveberiya xweser daxwaz kir ku, weneyên Abdullah Ocalan û alên PKKê rakin.
Li gora ajansa nûçeyan a El Erebî, Amerikayê ji Rêveberiya Xweser û ji HSDê daxwaz kiriye da ku weneyên Ocalan û flamayên PKKê rakin. Amerika dibêje ku rakirina weneyên Ocalan û flamayên PKKê dê erîşên Tirkiye bisekinîne û herweha HSD û hêzên din jî li Suriye nêziktirê hev dibin.
Siyasetmedarê kurd Mehmud Noh jî vê pressa Amerikayê li ser HSDê piştrast dike û dibêje: Amerika vekirî dibeje eger HSD di siyaseta xwe ya nezikahiya PKKê de israr bike , heyina reveberiya xweser jî dikeve metirsiyê de.
Li himber vê daxwaziya Amerikayû bersiva HSDê çîye? Di vê derbarê de Noh dibêje:Niha di nava HSDê de du baskên cuda hene.Baskek tenê li gora fermana Qendilê tevdigere.Baskê din jî di bandora Mazlum Ebdi de ye û ev berjewendiyên rojava li ser hemî tiştekîre digrin.Ev herdu bask di nava xirecirekî de ne. Ez bawer nakim ku bi temamî ev daxwaziya Amerikayê qebûl bikin. Baskê Qendilî bi hêztire û behtir xwedî bandor e.