CîhanRojev

Amerîka ji bo Kerkûkê daxwaza pêkanîna maddeya 140 dike

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Vedant Patel, ragihand ku welatê wî tundîya li Kerkûkê şermezar dike. Patel daxwaz kir ku krîz di çarçoveya xala 140 a Destûra Iraqê de bê çareserkirin.

DYA tundîya ku piştî pêngava Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî ya vegerandina avahîya ‘Fermandarîya Operasyonên Hevbeş’ a li Kerkûkê rû da, şermezar kir. Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve Vedant Patel got ku “Em alozîya li Kerkûkê ji nêz ve dişopînin, tundîya ku li ser hatiye kirin şermezar dikin û ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane re sersaxîyê dixwazin”.

Patel daxwaz kir ku kêşe bi xala 140 a Destûra Iraqê bên çareserkirin. Di maddeyê de hatiye diyarkirin ku divê rewşa navçeyên nakok ên di navbera Bexda û Hewlêrê de bi referandûmê bên çareserkirin.

GIRÎNGÎYA AVAHIYÊ ÇI YE?

Avahîya navborî piştî ku artêşa Iraqê di dema pêşdeçûna DAIŞê ya sala 2014an de ji herêmê vekişîya, ket bin kontrola pêşmergeyan. Di sê salên pêş de wek baregeha PDKê li Kerkûkê hat bikaranîn. Piştî referandûma serxwebûnê ya ku di sala 2017an de ji alîyê rêvebirîya Hewlêrê û di bin serokatîya Mesûd Barzanî de hat lidarxistin, hevsengî hatin guhertin. Hewlêr di heyama berî referandûma serxwebûnê de bal kişand ser wê yekê ku li gor xala 140 ya Destûra Iraqê divê herî dereng di 31ê Kanûna 2007an de referandûm ji bo diyarkirina rewşa Kerkûkê bê kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bexda tawanbar kir ku hem referandûm taloq kiriye û hem jî bi bicîhkirina Ereban pêkhateya etnîkî di berjewendîya xwe de biguherîne.

Lê Bexda ya ku referandûma serxwebûnê nas nekir, artêşa Iraqê ligel Heşda Şeibî ku piraniya wan milîsên şîe ne, şandin herêmê û bi taybet li Kerkûk û derdora wê gelek xalên kontrolê ava kirin. Hêzên Bexdayê yên ku di 16ê Cotmeha 2017ê de derbasî Kerkûkê bûn, ne tenê bajar kontrol kirin, herwiha avahîya PDKê jî vala kirin û kirin navenda “Fermandarîya Operasyonên Kerkûkê”.

Back to top button