Polîtîk

Amerîka ji ber êrîşên Hewlêrê aciz û dilgiran e

Sefaretxaneya Amerîkayê li Îraqê bi daxuyaniyekê her du kiryarên terorîstiyên duhî li bajarê Hewlêrê qewimîn şermezar kirin û piştevaniya hikûmeta Amerîkayê bo herêma Kurdistanê li şerê li dijî terorê dubare kir.

Sefaretxaneya Amerîkayê a li Îraqê di daxuyaniya xwe de dibêje: ”Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê bi dijawarî êrîşên ser avahiyên hikûmeta herêma Kurdistanê şermezar dike.”

Herwesa dibêje: ”Sefaretxaneya Amerîkayê a li Îraqê ji ber wan êrîşên bo ser avahiyên hikûmeta herêma Kurdistanê li Hewlêrê 29.09ê ku, hijmareke kuştî û birîndaran hene, aciz û dilgiran e.”

Amerîka sersaxiyê li malbatên qurbaniyên kiriyarên terorîsityên bajarê Hewlêrê dike û piştevaniya xwe ji bo herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê dubare dike.

Wîlayetên Yekgirtiyên Smerîkayê li ser piştevanîkirina hikûmeta herêma Kurdistanê, hikûmeta Îraqê û xelkê Îraqê, di şerê li dijî terorîzmê de berdewam dibe.

Weke tê zanîn duhî li bajarê Hewlêrê di encama du êrîşên terorîstî de bo ser avahiya asayêşa herêma Kurdistanê 6 kes şehîd bûn û hijmareke hevwelatiyan birîndar bûn.

Back to top button